HevpeyvînPolîtîk

Tevahiya xaka Kurdistanê ji destê DAIŞê hatiye derxistin

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ragihand, hêzên Pêşmerge karîne tevahiya deverên Kurdistanê yên ketibûn destê DAIŞê, rizgar bikin. Serokwezîr Barzanî her wiha got, artêşa Iraqê pêwîstî bi 6 mehên din e da ku bikaribe şerê rizgarkirina Mûsilê dest pê bike.Şeva borî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ji televîzyona CNN a amerîkî re axivî û bersiva pirsên rojnamevana navdar a îranî-amerîkî Kirîstiyan Emanpûr da.Emanpûr – BarzanîSerokwezîrê Herêma Kurdistanê derheqê dîlên ku ketine destê DAIŞê de got, ruxmî sînordarbûna şiyana me lê me kariye 2 hezar û 400 kesî ji destê DAIŞê rizgar bikin ku di nav wan de hezar û 200 zarok hene.Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku navendek ji bo rizgarkirina dîlên desê DAIŞê hatiye avakirin lê ji bo rizgarkirina tevahiya dîlan divê civaka navdewletî alîkarî bike.Li ser şer û operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê jî Serokewezîr Barzanî got, li gorî min şerê Mûsilê dê hêsan nebe ji ber ku rewşa Mûsilê pir cuda ye. Mûsil him ji bo DAIŞê girîng e him jî ji bo me.Li gorî Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, standina bajarê Rumadî ji destê DAIŞê, serkeftinek mezin bû ji bo artêşa Iraqê lê ji bo heman artêşê 6 mehên din lazim e da ku şerê Mûsilê dest pê bike.Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di bersiva vê pirsê de ku Kurdistan di şerê DAIŞê de pêwîstî bi çi heye? got, heta niha stratejiya şerê DAIŞê tenê ji bo wê bûye ku pêşiya pêşdeçûnên wê bê girtin ne tinekirina wê. Lê eger civaka navdewletî dixwaze ew tehdîd li ser cîhanê rabibe divê zêdetir alîkariya Pêşmerge û Kurdistanê bike.Nêçîrvan Barzanî anî ziman ku Pêşmerge di şerê DAIŞê de serkeftî bûye û kariye hêza wê bişkêne û wiha domand: Pêşmerge kariye tevahiya deverên Kurdistanê ji destê DAIŞê derxîne. Hinek ji wan ji bo Kurdistanê girîng nebûn jî lê ji bo xatirê artêşa Iraqê hatin rizgarkirin, mîna bendava Mûsilê.Li ser hejmara çekdarên biyanî  yên DAIŞê jî Barzanî got, bi qasî ku em dizanin par derdora 15 hezar çekdarên biyanî tevlî DAIŞê bûn. Ev jî nîşan dide ku şerê DAIŞê li Sûriye û Iraqê pêwîstî bi stratejiyeke berfireh û kûr heye.Derheqê îhtimala rûxana bendava Mûsilê jî Serokwezîr Barzanî got, eger tiştekî wisa biqewimê dê karesat çêbibe ji ber wê jî divê pêşiya wê bûyera xeter were girtin.Serokwezîr Barzanî her wiha da zanîn ku Iraqê ragihandiye ku di demek nêzîk de şîrketek dê dest bi qahîmkirina benda Mûsilê bike. (Rûdaw)

Back to top button