Civak

Di teqînê de 5 kesa jiyana xwe ji des da

Li Çinar a qeza Diyarbekirê, encama êrîşek bi otomobilek bombekirî 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 39 kes birîndarin.

Li gora agahdariyên rayadarên dewleta Tirk didin xuyakirin ku ev êrîş ji aliyê PKKê ve hatiye kirin. Armanca êrîşê avahiya emniyetê û xaniyên polisan bûye.

Êrîş şevîdin demjimê 23.45 ê de pêkhatiye û piştî teqandina otomobila bombekirî di navbera çekdarên PKKê û hêzên ewlehiya Tirk de şer derketiye û 40 xulekan berdewam kiriye.

Di teqînê de xaniyên polisan zererek mezin dîtiye û herweha xaniyek ji derê cihê polisan jî ruxaye.

5 kesên jiyana xwe ji dest dayîn sivîlin û 2 kes xizmên polisane û 3 kesên din jî hemwelatine. Di nava birîndara de 8 polis hene.

Back to top button