CivakVîdeo

” Bila Çek Bêdeng Bibin , Bila Zilm Bisekine “

Koma Aşitîyê li Amedê Got Ku ” Bila Çek Bêdeng Bibin , Bila Zilm Bisekine “Koma Aşitîyê ya ku ji 106 sîyasetmedar , akademîsyen û aktîvîstan pêk hatî roja 30.12.2015ê li Amedê bûn.Koma Aşitîyê jibo ku banga şerrawestandinê bikin civînek çapemenîyê lidarxist. Di cîvîna ku li Sümerparkê hatî lidarxistin de Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Nuri Sınır û gelek sîyasetmedar , lîstikvan , nivîskar û rewşenbîr jî beşdar bûn.Piştî civîna çapemenîyê rewşenbîr xwestin ku bi rêya “Sevgi Anıtı” ya ku li Balıkçılarbaşı yê de bimeşin û li vê derê daxuyanîyê bidin çapemenîyê. Lê polîs destûr neda.Ji ber vê yekê rewşenbîran li têketina kolana Gazi yê daxuyanî dan. Daxuyanî bi Kurdî ji alîyê hunermend Rojda Şenses û bi Tirkî jî ji alîyê aktrîs Lale Mansur ve hat xwendin. Di daxuyanîyê de hat gotin ku “Bila çek bêdeng bibin , bila zilm bisekine . Dive demildest ev şer dualî raweste.”Rewşenbîran piştî daxuyanîyê seredana Walîtîya Amedê , Şarederîya Mezin ya Amedê û Baroya Amedê kirin.Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button