DosyaPolîtîk

Divê Barzanî di sala nû de dewleta Kurdî ragihîne

Berpirsekî Tevgera Islamiya Kurdistanê dibêje; pêwîste Barzanî di sala 2016 de dewleta Kurdî rabighîne, jiber hemû mercên guncaw jibo vê mijarê hatine ber dest û divê Barzanî xewna hemû miletê Kurd pêkbîne. Berdevkê Fermî yê Tevgera Isalmiya Kurdistanê Ebdullah Wertî ji BasNews re ragehand ku, di slab ê de 100 sal di ser rêkeftina Saykisbîko re derbas dibe, lewma pêwîste gelê Kurdistanê derfetekê box we bibîne. “Hemû xelkê û aliyên Kurdistanê bihevre yekrêz bin û helwêsta xwe bikin yek, jibo ku karibin dewleta Kurdî rabighînin û em jî bibin xwedî dewletek serbixwe.” Navborî got: “Ragehandina dewleta Kurdî gelek bac û qurbanî divê, lêbelê niha dema wê yekê ku hemû xelkê Kurdistanê qurbaniya wê yekê bidin.” Herwiha got: “Divê Barzanî di sala nû de dewleta Kurdî rabighîne û xewna hemû miletê Kurd bike rastî, herwiha pêwîste hemû partî û hêzên Kurdistanê yek helwêst û gotin bin û pirsgirêkên xwe yên siyasî dûrbixin da ku karibin xewna gelê kurd pêkbînin.” Wertî tekez kirk u Tevgera Isalmiya Kurdistanê piştevaniya her pêngavek Barzanî li ser vê riyê dike û bawere ku Barzanî dikare dewleta Kurdî rabighîne.”

Back to top button