Gelo bi navê ol û bawerî ya ku me dikujin
Feyzî Mîrhesen/Paris Gelo bi navê ol û bawerî ya ku me dikujin, ev ol ola Îslamê ya esrê seadetê ye, an a Yezîdê lawê Mawîye ye? Ka em hinek li dîrok û demê binhêrin, ev sîstema îroyên berdewama kêne û ji kuve hatiye. Dema hz Mihemed ji Mekê ji ber zordaran hî hicretê Medîne kir, li wê derê peymana Medînê avakirin.Hemu mezlum dibinê sîwana îslamê de li hev civîyan bun.Lê belê herkes an jî civak, bi reng, netew û bawerîyên xwe ve jîyan dikirin.Piştî wefata hz Mihemed şun de, Xilafet berdewam kirin .Lê her çiqas hîn Qiral û mezinên Mekê îslamîyetê pejiran dibun jî , piştê wefata pêxember carek din , ji bona dest hilat darîyê ketin nava dek û dolaban.Piştî kuştina Xelîfe- Osman, îmamê Elî bu xelîfe. Lê bi kustina Osman Ïmamê Eli sucdar kirin. Mawîye lawê Ebu Sufyan walîye Şamê bu, malbata wî di hemu şerên li hemberî hz Mihemed û ehlê beyt de cî girtibun.Mawîye li hemberî ¨îmam Elî şer da destpêkirin. Bi navê ‘dadî û Aşîtîyê’ hin hekem ketin navbera wan, lê hakeman alîkarîya Mawîye kirin , xelîfetîyê dane Mawîye.Ji bona ku dawî li peymana Medînê binin , pêwîst bu ku Ïmamê Elî û alîgirên wî ji holê rabikin. Evdirehmanê –Mil cem îmamê Elî Şehîd kir ,¨Ïmam Huseyin lawî Hz Elî xilafetîya Mawîye nepejirand . Lê Yezid ê lawê Mawîye ferman darê artêşê bu, êrişê ser îmamê Huseyin kirin,hemu Malbat û alîgirê wi kuştin. Bi rojan îşkence û zordari û du re serê Ïmamê Huseyin jêkirin,serê wî anîn li ber lingê Yezîd danîn.Em dibînin ku Şoreşa ïslamê , peymana Medînê livir diqede. Idî xilafet radibe, saltnat û Saray dest pê dike.Bi dehan salan dema roja Ïnê de dema xutbeyê dixwendin, li ehlê beyt û alîgirên Ïmamê Elî re gotinên xirab digotin. Kesên dijber derketibana , wek Dîyaneta Dewleta Tirk û li nirx û degerên me re, çewan gotinên xerab dibên, her wisan jî, di kuştin, û ceza dikirin .Pist re wek efyek anîn, ku ehlê beyt re gotinên xerab nebêjinLê belê dewletek bi navê Ïslam û Sunî avakirin. Her çiqas bi navê îslamê bejî , lê dijberîya îslamê bun . Dema Ebasîya de, hîn bi navê îslamê be jî, Alim û bawermendan xwestin bixin , xizmeta dewletê, gelek îmam , Mele û kesan zindan kirin. Wek nimune, Ebu Mislimê Xorasanî, Ïmamê Henîfe û gelek kesên ji wan re beyet nekirin ,zîndanê de qetil kirin-Selçuqî dema ji Asya navîn hatin , dîtin ku di rojhilata Navîn de, arac û amurên desthilatdarîyê ïslamîyete, Ketin nava Ebasîyan bune erk û dest hilat dar. çiqas jehra qirêj a dij mirovatîyê hebu, şiringehê berdane reh û tamara însanî û îslamîyetê. 1071 De sarên hespan bun, hatin axa Kurdîtanê di derîyê Kela Milazgirê ketin hundirBi tekbîr û navî ¨slamê û biratîyê , Gelê Kurd û cînarên xwe ve bi hezaran salan berê li wê axê jîyan dikirin. Lê mala bêbextî û dek û dolaban bisewite ,kilamek dengbêjên me yên Serhedê heye, Li Agirî – Entabê qewîmîye, « Bila ewroj ne roja Xwedê ba ku Mihemed ê Elî begê ,li Metêranê şewîtî li Meta xwe di bu mêvan » Bila ew roj ne roja Xwudê ba ku Selçuqî di derîye Milazgirê re diketin axa Kurdistanê.Ewil cînarên me Ermen ,Suryani û hemu netewan talan û wêran kirin. Dure vegerîyan berê xwe dane me Kurdan. Bedirxanîyan sirgun û talan kirin , berê wan dane Girava Girîtê. Bi navê biratîya Olî sefera li ser Şah îsmaîl, bi hezaran Kurdên Qizılbaş di şur re derbas kirin.Piştê avakirina Alayên Hemîdîyê, kurdan berî hev û cîrên wan dan. Dema karên wan qedîyan,dure dest dan ser çek û sîlahên wan . Bi hezaran Serokê Eşîran, Hesena , Cibiran , Zirikan û yên din ve , berê xwe dane Simkoyê Şikaî , îranê. Lê mixabin bi hev karîya Şahê îran ê ve bi hezaran kurd di hewşa Şahê îranê de qetil kirin , wek Kobanî dest dane ser mal û namusên wanan. Bi navek din hatina wan a ji Asya Navîn ewil hatin ji Ola xwe ya Şemanîzmê « em tirkin , dibin misulman »Lê dure hemu netew û Olên mayên û misulmanan xistin Tirk.Em dibînin, çewan anîn serê me belengazan , bi navê Jon TIrkan, Taiat , Enwer û hevalên xwe ve, di şerê li hemberî Rusan de Sed Hezar leşker dane kuştin. Di peymana Mondrosê de dawî li jîyana dewleta Osmanî anîn-Dewra Kemalistan dest pêkir,PIştê têkçuna Osmanîyan Mistefa Kemal jı wek Selçuqîyan bi kurdan re peyman dan çêkirin. Hemu Şêx , Beg , Axa û Serok Eşîran li hev komkirin. ‘Em birayên hevên misulmanin’ Carek din bi sextekarî Ol û bawerîyê wek aracek dane xebatê.Pistê ku dewleta xwe avakirin , serî li red û înkarê dan . Kurd ninin, em hemu Tirkin. Yek Al , yek ziman û yek Ol, dest bi komkujiya kurdankirin. Li welat rewşa awerte ziman, çand hemu qedexe kirin. Komkujiya Koçgiri , bi hezaran kuştî û darvekirin. Agiri , Zilan ,¨û Sason, Şêx Seîd û hevalên wî . Seyid Riza û komkujiya Dêrsim, bi hezaran bombe li ser de barandin. Qedexeya Li ser Ziman rakirina teke û Medreseyên Kurdan , girtina Mizgevt , Cem û bawerîyên din.Piştê darbeya leşkrî û Kemalistan,di Rojhilata navîn de , ji bilê dewleta sunî , Emewî û Osmaniyan tu sîstemên mayîn derbas nabin, û nebune. Ji berwî Sedam , Xumeyni, Qiral û bê Akp nedi meşîyan.Akp dirojhilata navin û derve de wek pirojek nu û nimune hate dameziran. Carek din dest avite biratiya kurdan a olî bawerîyê,Şoreşa kurdistan zarokên Şêx seîd, Seyîd Riza û gel ve rabibun ser pîyan. Akp senteza hezar salan ji Mawîye heya Osmaniya temsil kir .Bi deh salan « em birane» Lê Tecrida li ser Serokê kurd û sîyaset medaran girankir.10 hezaran siyaset medaran zindan kirin . Roboskî de dehan ciwan û Hêstirên wan ve qetil kirin .Di hilbijartinan de bi sedan bombe û ciwanan û zarokan kuştin. Hevkarên xwe yê bi Daîşê ve, bi hezaran keç û dayîkê kurad li sukan bi navê carîyan kirin û firotin.Bi tekbir û ayetan êrişên axa Kurdistanê kirin .Ji ber ku kurdan Dengên xwe nedanê , jê re gotin-Kurana destê xwe bigre ji nava me biqewite . Carek din wek Gamêşên ku hêç bibe, got pirsgirika Kurd nîne. Ji buna Sarayê dixwaze bibe Evdilhemîd û Yaxuz Selîm.Birano mizgînîya min li webe, wesyeta Şêx Seîd hatîye cih,em ne kurdên berê ne. Kurd ne bi bawrîya senteza Tirk , ne jî bi dostanî û sîstema wan dixapin .Her wisan , bila Şehîdên Şengal , Kobanî û herçar perçeyê Kurdistanê dilxweş bin.