Mela Ehmedê Namî di 40 saliya koça dawî de

 Mela Ehmed kurê Mehmûd e (1906-1975). Namî navnîşanê torevaniyê bû ko Mela Ehmed li xwe kiribû û ivîsandinê xwe bi vî navî dixemilandin. Namî di destnivîsa xwe de, Çiko Li Bîr Im dibêje: Di sala 1906an de, heyva gulanê li gundê Erbetê hatime dinyayê, pênc pêhisiyên min Hewasî Elxems حواسي الخمسة) ) li wî gundî agadar bûne. Ango bi bîna gul û sosinan û bi dengê şalûl û bilbilan û bi dîtina tîrêjên roja jîndar û bi hingiftin û destdana berê dayikeke kordî û li tamkirina şîrê bustanê wê dayikê tamdar û beşdar bûme.Paşê ez bi dergûşeke darî ji darên çiyayê Kordistanê, li ser erd û di bin azmanê wê de, bi destekî kordî hatime hejand in, ta ko bûme du salî.Jê û pêve ez di himbêza dê û bavê dilovan de, bi delalî hatime xwedî kirin. Bê pesin, herwekeî xelkê gund dîtibûn û digotin… Namî li gelek hicrikên feqehan xwendina xwe berdewam dikir weke Erbetê, Kertiwênê, Êstilê, Kercosê, Darê, Amûdê, Xizna, Girêsiwêr paşî li gundê Tilşeîra Aşîta xwendina xwe bi dawî anî û îcaza intihayê wegirt û bo melayê wî gundî.Piştî têkçûna şoreşa sala 1925an û bidarvekirina Şêx Seîdê nemir û hevalên wî yên welatparêz û têkoşerên kurd, hejmarek ji wan welatparêzan ji ber zulm û zordariya kamalîstên şofînî binxet bûn û li rojavayê Kurdistanê û li Sûriyê bicî bûn û dest avêtin xebata siyasî û çandî û çend rêxistinên siyasî avakirin weke Xoybûn, Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan, Civata Arîkariyê ji bona Belengazên Kurd Li Cizîrê, Nadiya ciwan Kurd Li Amûdê, herweha bi karên pir mezin di warên siyasî û şiyariya milet de û bi karûbarê şoreşeke nû li dijî tirkên dagîrker ji bo rizgariya Kurdistanê rabûn.Namî bi naskirin û têkilîyên xwe bi wan birêzan re kete nava xebata wan tevgerên siyasî yên ko hatin damezrandin û bûbû endamekî çalak û berpirsiyar.Namî di warê toreya kurdî de weke nivîskar û helbestvanekî roleke wî di balvkirina kovara Hawar û Ronahî li herêma Aşîta de diyar bû û nivîs û helbestên xwe di nava rûpelên zêrîn yên kovara Hawar û Ronahî ko Mîrê Pênûsa Kurdî, Mîr Celadet Bedir Xan li Şamê diweşandin.Lewra Namî di gotara Mehkema Hawarê û Deydarê Şermende de dibêje: Ez kurek ji kurên Hawarê dihatim hesab kirin û min xizmetên mezin jî jê re kiribûn… (Dîwana helbestan- Daxwazname): Bi vî awayî Namî çend berhem li pey xwe hiştine, ji wan yên çapkirî Dîwana Helbestan ya bi navê Daxwazname û Pirtûka Agirê Sînema Amûdê.Yên neçapkirî û li benda çapê, Ferhenga Kurdî-Erbî bi navê Kozar, Rêzimana kurdî-Erebî û Bîranînên Namî bi navê: Çiko Li Bîr Im.MelaEhmedê Namî yek ji wan şagirtên Mîr Celadet Bedir Xan bû yên ko fêrkirina gel danîbûn ser milên xwe. Namî dibistaneke şevê li gundê Tilşeîra Aşîta veki û xort û kalên gund hînî xwendin û nivîsandina kurdî dikirin. Paşî di sala 1950de Namî bi çalakiyên xwe li gel Birêvebiriya Perwerdeya Hisiça dibistaneke keçan li gundê Tilşeîrê vekir û di destpêka roja xwendinê de xwendevanên dibistanê helbesta Namî: Neşîd Û Gaziya Keçan digotin paşî roja xwendinê dest pê dikir.     Neşîd û Gaziya KeçanBirayê Delal Hûn werin xortinoBuhuşte welat da`m herin merdinoEger hûn neyên vane keç em meşîn Besin koletî serfiraz da`m bijîn  Hînbûn û xwendina zimanê kurdî ji Namî re li pêşberî her tiştî bû, lewra gaziya wî ji keç û xortên kurd re xwendin bû, doza xwendin û zanînê li wan dikir, çiko hîna gotina meta xwe bibîrtîne dema jê re digot:Kurê min divê tû bixwînî, her xwendin e ko insanan serfiraz dikî, xwendinê gelek jar kirine serdar, xwendin bi destê her kesî nakeve.Dîsa Namî dibêje:Dibistana bilez çêkin, hebisxanan bikin wêranNemaza xwendinê pir kin, ji bo me her ev in derman Namî dide xuyanî kirin bê bi çi awayê xort û keç zana û şareza dibin.Bi lez hûn, tovê azadî werîninLi nêv baxê dilê xortan biçîninBi ava fikr û zanînê vejîninBi azadî bijîn xortên ciwanmêr Namî li ser xebata hevbeş di navbera qîz û xortan de dibêje:Qîz û xortên kurd, çeleng û çakinBi awaz û deng, wa tim dibakinBi hev re bêjin, xwîşk û birayanBijî bi şadî Kurd û Kurdistan Namî evîndarê welatê xwe bû û bi her awayî pesindarê xweşî û rengînîya Kurdistanê bû, dema dibêje:Bigrî ji Sîwas, ta bi xaniqînWelatê me ye nûber û şêrînDeşt û newal û çiya û zozanBuhuşte Îrem, bijî Kurdistan Namî di jiyana xwe de her bi tirs bû ko rojekê koça dawî bike û welatê xwe rizgar nebîne û bi wî derdî re di gorê de bête veşartin, dema dibêje:Ditirsim ez demek bimrim bi ax û nal û xemgînBi azadî nebînim ez, welatê xwe sera ser Daxwaza Namî ya dawîya jiyanê ev bû:Di vê dema ko ez vê pêşgotinê ji xort û keçên kurd re dinivîsim, ez gihame bawerîyekê ko di rojên xwe yên dawî de me û dûr nemaye ko serê xwe deynim û kula welatê min bi min re, di gor reş û tarî de bê veşartin, wekî bi hezaran ji vî miletî çûne û bi azadiya miletê xwe kêfxweş nebûn.Ez hêvêdar im ji xortekî kurd ko roja welat azad bibî, ew bilez bê ser tirba min û mizgîniyê ji min re bîne da ko êdî ez bi xweşî li wê goristanê razim.Di roja 11.12.1975an de Namî çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana Qudûr Beg li Qamişlo hate veşartin. Samî Ehmed NamîStockholm. 2015.12.11  

Nêrînek

Nerîna min :