Serokê Kurdistanê Mesud Barzanî bi partîyên Kurdan re hevdîtin pêk anîSerokê Kurdistanê Mesud Barzanî roja 10.12.2015ê li Enqereyê bi partîyên Kurdan re hevdîtin pêk anî. Mesud Barzanî pêşîyê bi heyeta HDPê re hevdîtinek cuda pêk anî , piştre jî bi Serokên Giştî û nûnerên hinek partîyên li Bakurê Kurdistanê re civînek lidarxist.Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik û Cihgirê Serokê Giştî yê PAKê Dr.Salih Özgökçe , li ser navê PSKê Aladdin Aras û İlhan Güneri , Serokê Giştî yê PDK-Bakurê Sertaç Bucak , Cihgirê Serokê Giştî yê PDK-Tê Sabri Önler , Serokê Giştî yê berê yê HAK-PARê Kemal Burkay û wekîlê Serokê Giştî yê HAK-PARê Necati Bayram , Sekreterê Giştî yê KADEPê Nizamettin Maskan , Berdevkê PAKURDê İbrahim Halil Baran , Serokê Giştî yê HÜDA-PARê Zekeriya Yapıcıoğlu , Sîyasetmedarên Kurd Hamit Kılıçaslan , Rojhat Amedi , Yüksel Avşar û beşdarvanên nûnerên din yên van partîyan di civînê de cih girtin.Civîn bi axaftina rêzdar Mesud Barzanî destpê kir. Rêzdar Mesud Barzanî , li ser rojeva hatina wan a Tirkîyeyê agahdarî dan. Hinek encamên di derbarê bi têkilîyên nûnerên dewleta Tirk re parve kir. Nêrînên xwe yên di derbarê çareserkirina pirsgirêka Kurd de yên ku bi metodên aşitî , dîalogê çareserkirinê bilev kir. Diyarkir ku şerên li navêndên bajaran didome zerare dide Kurdan. Rêzdar Mesud Barzanî wiha anî ziman ku, jibo bi metodên aşitîyê û demokratîk çareserkirina pirsgirêkan ji niha pê ve jî ew ê piştgirîyê bidin.


