Belçîka dê zêdetir alîkariya Kurdistanê bike
Roja dûşem 14.09.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandekî Encûmena Pîrên Belçîka ya bi Serokayetiya Senator Alan Dîtêks kir.Li hevdîtinê de şanda mîhvan behsa xebat û xweragirî û qurbanîdana gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmergeyan kir û rola Serok Barzanî li vê xebatê da bilind nirxand û her wiha ji bilî balkişandina bi têkoşîn û xebatgêriya wan, Barzaniyê Nemir bi qehremanekî dîrokî wesif kir. Şanda mîhvan eve jî bi Serok Barzanî ragihand ku gelê Belçîka hevsoziyekî taybetî li gel gelê Kurdistanê da heye û tekez jî li wê yekê kir ku civaka navdewletî divê spasiya xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike ku ji bilî hebûna kêşe û qeyranan hevkariya penaberan kirine û sedan hezar koçber û lêqewimiyan li xwe girtiye. Her wiha amadehiya xwe jî nîşanda ku bi hemû şiyanekî hewla ewe didin ku welatê wan û Yekîtiya Ewrupa hevkariyên zêdetirê serbazî û mirovî pêşkêşî Herêma Kurdistanê bikin.Li beşekî dinê vê civînê de şanda mîhvan daxwaz ji Serok Barzanî kirin ku nêrîn û siyaseta Herêma Kurdistanê ya di derbarê hereşeya terorîstan û rewşa navçeyê û Iraqê bixe rû.Li beranber da Serok Barzanî spasiya helwesta welata Belçîka û welatên hevpeymanan ya ji bo hevsozî û yarmetîdana gelê Kurdistanê û Pêşmerge kir û li gotarek da behsa hereşeya terorîstan ya li ser asayîşa navçe û cîhanê kir û tekez li wê yekê jî kir ku rûbirûbûna terorê bi karê hemû aliyan û hevkariya welatan tê kirin û ji bilî li şerê serbazî pêwîste li rûyê fikrî û aborî û civakî ve jî şerê terorîstan bê kirin. Eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê xwediyê çanda pêkvejiyanê ye û cûdahiya tayîfe û ol ji aliyê wan ve ne girînge û tu demek jî nabê beşek ji wê gengeşeya tayîfiya li navçeyê da li holê daye û destê dostayetî û aştiyê ji bo hemû pêkhat û tayîfeyek dirêj dike. Di derbarê qonaxa piştî şikestdana terorîstan û vegerandina koçberan Serok Barzanî eve jî dûpat kir ku pêwîste mîsogeriyek wiha hebê ku xelk bi dilniyayiyê ve vegerin û êdî karesat dûbare nebin.Behskirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û her wiha paşaroja Iraqê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.