Dosya

Bila parlemento bê hilweşandin

Sekreterê Giştî yê PSDK’ê Mihemedê Hecî Mehmûd radigehîne ku divê partiyên Başûrê Kurdistanê vegerin bo dengê gel, heger nakokî neyên çareserkirin divê hikûmet û parlamen bête hilweşandin.Mihemedê Hecî Mehmûd Sekreterê Partiya Sosyalîst û Demokratên Kurdistan (PSDK) di hevpeyvînekê de ligel ajansa Anadol ragehand ku partiya wî ligel jinûve rêkxistina desthilatên serokê herêma Kurdistanê ye. Hecî Mehmûd amaje bi wê yekê jî kir ku herçar partî (YNK, Goran, Komel û Yekgirtû) naxwazin hilbijartin çêbibe û îdîa kir ku heger hilbijardin çêbibe wê ev partî dengên xwe wenda bikin.Sekreterê PSDK’ê derbarê xetera vabûna du îdareyî li herêma Kurdistanê jî got ku heger hat û nakokî nehatin çareserkirin tenê PDK û YNK dikarin carek din li Başûrê Kurdistanê du îdareyî ava bikin.Hecî Mehmûd diyar kir ku hikûmet û parlamen di rêveberiya herêmê de serkeftî nebûne, nekarîne pêşiya reva ciwanan bigrin û qeyrana darayî birêve bibin, lewma divê bêne hilweşandin.Mihemedê Hecî Mehmûd, ku weke Kake Heme jî tê naskirin, jiber nekariye hilbijartinan di wextê xwe de organîze bike, rexne li komîsyona bilind a hilbijartinan jî girt.Mecî Mehmûd got: ”Heger aliyan liser pirsa serokatiya herêmê li hev nekirin, bila vegerin dengê xelk.”Derbarê nêrîna welatên din ên li ser pirsa serokatiya herêmê jî navborî got ku Îrandaxwaza mayîna Barzanî nekiriye, lê Amerîka bi awayek aşkere ragehandiye ku ew dixwazin heyama serokatiya Barzanî bê dirêjkirin.Mihemedê Hecî Mahmûd herwiha got ku PDK û YNK li ser çareseriya nakokiyan nêzîkê hevbûne lê tenê çend asteng li pêşiya wan meye.

Back to top button