Aşitiyê dixwazin
Li Bakurê Kurdistanêli devera Uluderê (Qileban) nêzikê 120 kes, ji hinek eşîrên derdorê û berpirsên dezgehên sivil bi minasebeta 1ê Îlonê civînek pêkanîn û banga aşitiyê û devjêberdana çakan kirin.Bi navê kesên kom bûyin Alixan Babat axavtinek kir û got: Tiştek ji şer dernakeve. Em aşitiyê dixwazin. Bila endamên rêxistina çekdar ji welatê me derkevin.Alixan Babat serokê cerdevanaye û di himaya wî de zêdeyê 400 çekdar hene.Ji berî demekî di navbera wî û Murad Karayilan de pêwendiyek çêbûbî.Babat meha Gulana bûrî ji berî hilbijartinên 7ê Hezîranê di mala xwe de xwarinek bi navê aşitiyê dabû.Hingê kandidatên HDPê yên Şirnex Faysal Sarıyıldız, Ferhat Encü, berpirsên bilind yên DPB amade bibûn. Herweha endamê parlementoya Kurdistanê parlementerê YNK Farhat Sangawe jî amade bibû.Bi awayek din PKKê daxwaziya pişgiriyê di hilbijartinan de ji Alixan Babat û hevalên wî kirîbûn. Herweha wan jî hilbijartina de pişgiriya HDPê kirîbûn.