Polîtîk

Berdefkê YNKê dest ji karê xwe berdide

Îmad Ehmed berdefkê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dest ji karê xwe berda û dibêje ew ji hindek berpirsên partiya xwe dilgirane.Piştî di kirîza pirsa serokatiya herêma Kurdistanê, beşek ji serokatiya YNKê ketine bin tesîra Tevgera Goranê û di mediyayê de tê gotin ku beşek ji serokatiya YNKê bûye paşkoya Goranê, nakokiyên nava YNKê kûrtir dibin.Îmad Ehemd dibêje ku her endamekî seroaktiya YNKê ji ber xwe daxuyaniya dide û bi navê YNKê diaxive û eger wisa be hebûna hesekî weke berdekê patiyê êdî nelazime û ji ber vê yekê jî ew dest ji karê xwe, weke berdefkê YNKê, berdide.Ehmed dibêje ew bi wî şertî bibû berdefkê partiya xwe ku tu kes li ser navê YNKê daxuyaniyên fermî nedin û li ser mijarên giring helwesta YNKê diyar nekin, lê jiber nebûna merkeza biryarê di nav serkirdayetiya YNKê de her endamekî serokatiyê li cîyê xwe daxuyaniya dide û helwestê YNKê zelal dike.

Back to top button