Polîtîk

Ji Partîyên Kurdistanî Serdana Liceyê

Heyetek jihinek partiyên Kurdistana Bakur ji bo tahribatên şer bibînin serdana navçeya Licê kirin. Di derbarê vê serdanê de PAKê daxûyaniyek belav kir.Daxûyaniya Çapemeniyê:Heyeteke ku li ser navê Hereketa Azadî,ÖSP, PAK, PAKURD,PDK-Bakur îro(02.09.2015) serdana Lice ya ku navçeya Amedê kirin.Heyet ji Endamê Meclisa Partîyê PAKê rêzdar M.Alî Yilmaz , Endamên rêvebirîya rêxistina Amedê ya PDK-Bakurê rêzdar Aslan Îlhan û Bora Balîn, Sekreterê duwem yê Hareketa Azadî rêzdar Sidki Zîlan ,Serokê rêxistina Amedê ya ÖSP yê rêzdar Nusrettin Maçîn pêk hatibû.Heyetê di seredanê de li ser şerê ku li Bakurê Kurdistanê berdewame û bi taybet di Liceyê qewimî û şewitandina daristanan lêkolîn kirin.Nerînên gel hatin standin.Heyetê pêşîyê serdana Şarederîya Liceyê kir.Li vê derê ji alîyê Cîhgirê Serokê Şarederîyê rêzdar Hamdullah Suphî Aydin ve hate pêşwazî kirin.Piştî seredana Beledîyê, heyetê bi hinek Muxtaran re û ji gelê Liceyê bi kesên cuda cuda re , hevdîtin pêk anî.Heyetê daxwaz kir ku bi Qeymeqamê Lîceyê re hevdîtinekê bike. Lê Qeymekam li cîhê xwe ne amade bû.Di encama van hevdu dîtinan gişa de raya derkete holê ev bû:Tehrîbata vî şerî li ser vê derê gelek zêdeye.Ji berîya niha li taxa Qerehesen pêvçûnên gelek mezin qewimîn. 4 Herêmên mezin wek herêmê ewlehîyê hatin îlan kirin.Gelek kes ji vê derê bar dikin.Gel jî vî şerî naxwazin.Naxwazin rê bên girtin, erebe bên şewitandin.Ev şer ne berjewendîya gelê Kurdistanê de ye.Divê ev mesele di bingeheke demokratîk de bê çareser kirin.Divê ev şer raweste.Heyetê ragihand ku ev seredanên bi vî rengî wê li gelek deverên ku şer didomin dê berdewam bike. Di encama van ziyaretan de dê raportek jibo raya giştî bê amade kirin.02.09.2015Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button