PKK rêgire ji avadankirina 400 gundan
Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) deverên ser tixûbê navbera başûr û bakurê Kurdistanê ji xwe re bikartîne û ew dever ji wan re bûne aramtirîn cî û bingeh û baregaêyn xwe li nav gundên wan deveran danane ku vê yekê jî wisa kiriye 400 gundên sertixûb nehên avadankirin û xelkê wan gundan ji ber çekdarên PKKê nikarin bo ser gundên xwe vegerin û bax, bistan û rezên xwe çêkin.Karwan Kerîm rêvebirê ]aredariya Sîdekan dibêje ku, 100 gund li tixûbê wê çarederiyê ji sedema hebûna PKKê û topbarankirina deverê ji aliyê Tirkiyeyê ve ew gund çol û wêran mane û xelkê wan gundan nikare vegerin ser gundên xwe û karê xweyê çandinyê û cotkariyê bikin û ev yek hersal zirarek mezin digihîne sektora zîraeta Kurdistanê. Li gor malpera Hewlêr, li Duhokê jî zêdetirî 100 gundan nahetine avadankirin, û weke tê zanîn Duhokê tixûbek dirêj digel bakurê Kurdistanê heye û ji ber hebûna PKKê ew dever hertim di rewşeke şer û topabaranê de ye.li devera Piştder 75 gund, li Mêrgesûrê jî 80 gund û li Çomanê jî 20 gund hêşta nehatine avdankirin û ji ber hebûna PKKê xelkê wan nikare vegere ser gundên xwe.Nazim Herkî cîgirê serokê komîteya asayîş û navxwe li parlamentoya Kurdistanê di daxuyanyeke xwe dibêje ku, ji Zaxo heta Pişder bingeh û baregayên PKK; li deverên ser tixûb hene, li nav gundan baregayên xwe danane û xelkê wan gundan nikare vegere ser gundên xwe û cotkariya xwe bikin. Li gor hin amaran 60% gund nahetan avadan kirin, sedem jî PKK ye.