Polîtîk

Demirtaş bersiva Kalkan da: Xweserî bi çekan nabe

Hevserokê HDPê Demirtaş li Hollanda bajarê Lahey bersiva pirsên rojnemevana da ûhinek tiştên balkêş gotin.Di derbarê ragihandina xweseriyê li hinek deverên Kurdistana Bakur ji aliyê PKKê ve Demirtaş got: Sistema xweseriyê politikayek ya Tirkiyebûnêye û ev yek naweroka siyaseta HDPê dide nasandin. Heta demanek yasayî çênebê xweserî tiştekî li gel xwe nayne.Herweha Demirtaş got ku, ez bi rêya çekan ragihandina xweseriyê rast nabînim. Demirtaş got: Ez ne li gel wê yekême ku di bajaran de çekan karbînin û bêjin me xweserî ragihand. Xweserî însiyatîfek sivîl e û divê di wî çerçovê de çêbibe.Herweha Demirtaş da xûyakirin ku eger ev şer berdewam be mimkine sandoqên hilbijartinan jî neyên danîn.Li ser gotina Duran kalkan ya gotî: Ma HDP di çi de serketiye heta banga devjê berdana çeka bike. Rojnameyekî pirs ji Demirtaş kir.Di bersiva xwe de Demirtaş got:Eger em tiştekî de serneketibin, me ew pişgiriya xelkê kariye em bistînin heta ku vê bangê bikin.Eve demeke daxûyaniyên Demirtaş û Qendil hev nagirin û li dijêhevin. Demirtaş car cara hewldide ku daxûyaniya bide ku helwesta KCKê ve negunce. Lê heta çi radeyê ew îrade li ba Demirtaş heye û dikare bi îstikrar helwesta xwe berdewam bike ne kifşe.Di encam de biryara dawî ji Qendil derdive. Lê cardin di vê pêvajoyê de helwesta Demirtaş giringe.Dixweyî dê 1ê Îlonê bi naveroka daxûyaniya Ocalan qedera Demirtaş jî kifş bibe.Niha çavê herkesekî li daxuyaniya Ocalan ya 1ê Îlonêye. Lê dê sekinadina şer ne bi keyfa Îranê be.

Back to top button