Polîtîk

Barzanî û Hecî Mehmûd rewşa şer nirxandin

Roja yekşem 30.08.2015 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Mihemed Hacî Mehmûd Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst Demokrata Kurdistanê kir.Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Kurdistanê û rewşa bereyên rûbirûbûna terorîstan û serkeftinên vê dawiyê yên Pêşmerge li mîhwera Başûrê Kerkûkê, xistin ber behs û Serok Barzanî carekî din destxweşiyê li Pêşmergeyên qehreman kir û spasî xweragirî û cangoriya Fermande û Pêşmergeyên Kurdistanê kir.Her li vê hevdîtinê de Serok Barzanî rola birêz Mihemedê Hacî Mehmûd li destpêka şerê sepandiya terorîstan de bilind nirxand ku rêzdar wekî Pêşmerge û Fermandeyekî aza û can li ser dest beşdarî bergirîkirin û serkeftinên hêzên Pêşmerge kiriye û ji bo wî hêviya serkeftinên zêdetir xwest.

Back to top button