Nivîsar

Kompleksa rewşenbîr û siyasetmedarên Başûr

Li siyaseta Kurdistanê de hevalbendî û pêwendî ji bingehê xwe yên siyasî derketiye û li ser bingehek berjewendiyên rojane têne pêkanîn. Taybetî li Başûrê Kurdistanê mirov vê yekê gelek vekirî dibîne.Pêwendiyên di navbera YNKê, Goran û PKKê de li ser çi bingehekiye ne zelal e. Dema mirov rewşa herêmê û siyaseta dewletên ku Kurdistan dabeş kirîn bike pîvan sedemê nêzikbûna wan tê têgihandin.Lê dema pîvan siyasî û bîr û bawerî be mirov tê nagihe. Ya ku wan digihînê hevdu dijitî û ne hazimkirina PDKê ye.Ji aliyek din li Başûrê Kurdistanê piraniya rewşenbîr, nivîskar û aliyên siyasî yên li dijê PDKê pişgirya PKKê dikin. Yanî ji bo van aliyan dijitiya PDKê sedemê havalbendiya PKKê ye.Wek din PKK çi dike çi difikire ji bo wan ne girîng e.Li Başûr behsa serxwebûnê dikin lê Bakur vê yekê rast nabînin. Ji ber ku mecbûrin li gora siyaseta PKKê dîtinên xwe di derbarê Bakur de bêjin.Ji aliyek din Gelek kurdên ji taybetî ji Başûrê Kurdistanê di nava refen PKKê de xebatê dikin, ew bi xwe jî tu awayî tênagihin ku sedema vê yekê bi naverok bêjin.Kurtahî di nava piraniyê rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdistana Başûr de li himber PKKê komplesek mezin heye. Ev kompleks xirabe.Dijitiya PDKê bi awayek siyasî nabe wateya ku mirov hevaltiya siyasetek ku di rastiya xwe de baweriyê lê neyne û pişgiriya wê bike.Li Bakur di hilbijartinên 7ê Hezîranê de gelek aliyên siyasî yên Tirk tenê ji bo dijitiya AKPê deng dan HDPê. Heta grubên wek cemaeta Gulen li Bakur ji bo tenê AKP bikeve pişgiriya HDPê kirin.Di rastiya xwe de ew aliyên pişgîrî dan HDPê, dijminatiya pirsa kurd li Bakur dikin. Lê ji bo armancek rojane û demikî pişgirya HDPê kirin.Ev hevalbendî û pêwendiyên rojane ji zererê pêve tu feydeyê nade pirsa kurd.Heta ku nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdistana Başûr ji kompleksa xwe ya li himber PKKê xilas nebin ew rastiya xwe li Başûr jî nabînin.Ev yek xeteriyek mezin li ser statûya Başûr peyda dike. Taybetî di vê qonaxa serxwebûn ketî di rojeva cîhanê û Kurdistanê de ji vê pêvajoyê re astengan pêyda dikin.30.8.2015Dara Bilek

Back to top button