KCD: Ev ji aşitî xwestinê borîye ketîye merhala şer
Li Diyarbekir hinek aliyên siyasî serdana KCD kir û di derbarî şerê heyî de ditinên xwe gotin. Herweha ji KCD xwestin ku ew jî bangî agirbestê bikin. Lê KCD dibêje dema banga agirbestê bûriye û niha ketiye merhela şer.Di vê derbarê de Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê daxûyaniyek ragihand. Ev deqê daxûyaniyê ye: Partî û Rexistinên Kurdistanî Bi KCD yê re Hevdîtinek Pêk AnînHeyeteke ku li ser navê Hereketa Azadî,ÖSP, PAK, PAKURD,PDK-Bakur îro(22.08.2015) li Amedê bi KCD yê re hevdîtinek pêk anîn.Heyet ji Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Nurî Sinir , Endamê birêvebirîya navendî ya PDK-Bakurê rêzdar Mevlut Tamses, Sekreterê duwem yê Hareketa Azadî rêzdar Sidki Zîlan ,Serokê rêxistina Amedê ya ÖSP yê rêzdar Nusrettin Maçîn pêk hatibû.Heyet ji alîyê berpirsîyara tekîlîyên derve ya KCD (Kongre ya Civaka Demokratîk) ê rêzdar Mulkîye Bîrtane û endamên birêvebirîya KCDê ve hatin pêşwazî kirin.Di hevdîtinê de her dû alîyan di derbarê şerê îro li Bakurê Kurdistanê berdewame nêrîn û helwestên xwe bilêv kirin.Berdevkê heyetê rêzdar Maçîn di axaftina xwe de got ku : “Tu feydaya şerî ji Kurdan re tûne ye. Divê dû alî şer raweste.Bangî agirbestê bikin.Li ser navê pêvajoyê gelê Kurdistanê heta niha hatin xapandin.Em dibêjin divê pêvajoyek rasteqîn destpê bike.Vê pêvajoyê de divê hemû hêzên sîyasî yên Bakurê Kurdistanê cîh bigire. Divê hêzên navnetewî jî di vê meseleyê de bibin garantor.”Rêzdar Bîrtanê ji ber hatina heyete spasîyên xwe anî ziman û got ku:”Kurdan di dîrokê de tu caran şer nexwestîye.Berîya niha dehan caran agirbest xwestine.Ev pêvajo ketîye merhaleke din.Hûn dibêjin bang li her dû alîyan jî bikin ev hatin kirin.Ev ji aşitî xwestinê borîye ketîye merhala şer.”Hevdîtin ji çapemenîyê re girtî berdewam kir.22.08.2015Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê Çewe axavtina berpirsê KCD de dixweyî KCD vekirî pişgiriya şer dike û şer dixwaze. Ji xwe KCK bi xwe jî aliyeke vî şerî didumîne.