Dewlet dibêje 812 rastî çîye?
Di rastiya xwe de şerê dewletê û PKKê de çi dibe?Encama şer de hêjmara kuştî û birîndara çîye? kesek nizane.Rojnameyên Tirka tiştekî dibêje û medya PKKê tiştek din dibêje. Ji xwe medya kurdî piranî di çerçoveya medya PKKê de agahdariya dide.Ji bo vê yekê jî Raya Giştî ji encamên vî şerî ne agahdare. Dewlet û PKK di derbarê encama şer de rastiyê nabêjin.Li gora rojnama Sabah a Tirkî ku nêzikî AKPê ye dide xuyakirin.Ji 24 meha Temuzê heta niha 240 gerilla ji PKKê reviyana xwe parastine hêzên asayişa Tirka. Ji van 180 kes dema operasyonên balefiran de xwe radestî hêzên asayîşê kirine û 60 jî berê ji PKKê reviyane û ji Başûr derbas bûne.Herweha li gora rojnameyê rayadarên dewletê îdia dikin ku heta niha di vî şerî de 812 çekdarên PKKê hatine kuştin.