Nivîsar
Destpêka Naziyetê di Goranê de dibînin
Meşxel KewlosîDerbarê rexnegirtin li Tevgera Goranê de..Tevgera Goranê karektereke siyasî ye, her bi wê yekê ku siyasî ye, bê guneh û ne pîroz e.. Her xudê wê siyaseta ku tevger dike, kayekî bê nivêj e.. Bi hezaran şuştin dernakeve.. Ew jî wek YNK û PDK û Komel û Yekgirtûya Islamî û Partiya Komunist, li cem min di bazineya rexneyê de ye..Te vî ku YNK û PDK gunehbar in, ji aliyê min ve wiha Goran û Yekgirtû jî berpirsê wê tişta ku li Kurdistanê diqewim in e.Lê..alîgirên Goranê, her di vê bîstê de bi gotareke medyayî ya hêrişber daketine meydanê, ku her gumankirinek ji tevgera xwe bi xiyanet diyar dikin..tevgera xwe birina bazineya prîziyan..Ew gotar ji aliyekî ve cihê destxweşiyê ye, ji ber ku beriya niha medyaya YNK û PDK kirine… şerm dikin li wê de bêjin va em jî hen e..ji aliyek din ve, cihê dilgiraniyeke kûr e ku, destpêka wê ye ku Tevgera Goranê bibe şepêleke gelerî ya tirsonek.. serkirdeyên wê bibin dektatorên yekem bê rikber..rexnegirtin li Tevgera Goranê, gav bi gav, bi erkê rewşenbîran dizanim..da ku nehêlin ew tevger ji destpêkê ve ber bi tundiyê ve biçe.. eger di vê destpêkê de ew tevger ber bi teqdîsê ve her e, dê Naziyeteke Kurdî ya metirsîdar li pêş me be.. niha em destpêka wê naziyetê dibînin..Her rewşenbîrek berovajî wan her tîpekê binvîse..raste dê were texwînkirin..eger bi fermî jî aliyê Goranê ve nebe, dê ji aliyê alîgirên wê ve be..eger dilsozên Goranê ne û dilsozên paşeroja wê ne..rexneyan lê bigrin…bila em wê ji destpêka metirsîdar dûrbixin.Ew medha kak Newşîrwam bûye nîşaneya azadrina derbirînê..lê gelo ew medih di xizmeta paşeroja siyasî ya wê zilamî de ye?Kak Newşîrwan xwedan beşê herê zêde ji serwerî û şaşî û kîmasiyên di sîstema hikumraniyê li Kurdistanê ye.Ew cîgirê Mam Celal bû. Gelek salan di lutkeya desthilatê de bû..xêre niha berpirsyariyeke ti kêmasiyekê ne li ser milê wî ye?? wê gotara di medyaya Goranê de wiha kiriye ku kes bi yek hevokê jî nikaribe rexneyê li kak Newşîrwan bigre.Piştire di nêrîna min de Facebook ne cihê rexnegirtin û gotinên rasteqîne ye, ji bo helsengandina wê tevgerê, heqe zanîngeh kar bikin, yan navendên lêkolînan, dur ji qerebalixiyê gotinên xwe bikin.Facebook ne cihê şîrove û kêlgeha lêkolînan e..lewma eger carekê em axeftinekê li Facebookê dikin, tenê wek danûstandeke sade ye. tiştek li ser nayê avakirin. di nêrîna min de rekê rewşenbîran e ku Goranê hilsengênin..bi hêminî ûm dûr ji qerbalixê.Proje rexnegirtina Goranê bo kitêbekê bicih dihêlim. Rexnegirtin li Goranê yekem dilsoziye beramber wê tevgerê…duyem jî asta her zêde ya bêalîbûnê ye..ji ber ku bi sedan kes û dezgehên din mijûlê rexnegirtinê ne li YNK, PDK û islamiyan.. gelo ew nêrîn nşîana alîgirtina aliyekî diyar e.?
Nûçeyên din |