Em naçin ser sifra kesekî ku hevpeymaniya aliyên siyasî têk biriye
Serokê Parlamentoya Kurdistanê Yûsif Mihemed dixwest faraksiyonên nava parlamentoyê bo xwarina fitrê vexwendiba, lê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) sifreya wî red kir.Endamê Parlamentoya Kurdistanê ji Fraksiyona PDKê, Merdan Xidir ji malpera KDP.info re ragihand: Yûsif Mihemed dixwest hemû alî û faraksiyonên nava parlementoyê li ser sifreya fitara rojiyê kom bike, lê Fraksiyona PDKê ew vexwendin red kir.Wî endamê Fraksiyona PDKê wiha got: “Em naçin ser sifra kesekî ku hevpeymaniya aliyên siyasî têk biriye û bi bê sazanê pêşniyarqanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin.”23ê vê mehê, herçar aliyên siyasî yên Kurdistanê YNK, Gorran, Komel û Yekgirtû û serokê parlamentoyê û sekerterê parlamentoyê, bi bê PDKê û pêkhateyên din, civiyan û wan 4 aliyan pêşniyarqanûnek bo serastkirina qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin û xwendina yekê jê re kirin.PDKê dixwaze wek qanûna niha serokê Herma Kurdistanê ji aliyê xelkê ve were hilbijartin, lê aliyên din ên siyasî daxwazin wê qanûnê biguherînin û serok ji aliyê parlamentoyê were hilbijartin.Piştî civîna 23ê vê mehê, Serokê Fraksiyona PDKê daxwaz ji serokê parlamentoyê kir ku daxwaza lêborînê ji wan bike, ji ber ku bi bê lihevkirinê ew civîn lidar xist û li pişta wan aliyan sekinî.


