Cîhan

Bîranîna Şex Seîd

Em Şêx Seîd û hevalên wî bi giramî bi bîr tînin, komkujîya Kobanîyê rûreş dikin.29ê Hezîranê salvegera 90î ya sêdarkirina Şêx Seîd û hevalên wî ye.Di vê salvegera darvekirina Şêx Seîd û havalên wî de, dijminên gelê Kurdistanê bi komkujiyên hovane careke din dixwazin têkoşîna azadîya gelê me bifetisînin. Li Kobanê ji 200 kesî zêdetir zarok û jin û pîr, gelê me hatin qetil kirin, bi sedan kes jî birîndar in.Dijminên gelê Kurdistanê, ev 200 sal e bi qetlîam, jenosîd, tirs, hefs û zilmê dixwazin rê li ber têkoşîna azadîya Kürdistanê bigirin. Lê îro ew armanc û xeyalên wan di wê xwîna ku wan rijandî de difetisin.Gelê me li başûrê Kurdistanê bi dewleta xwe ya federe ber bi serxwebûnê dimeşe. Li rojavayê Kurdistanê jî, berxwedaneke qehremane li dijî DAIŞa hov lidardixin.Belê gelê me îro jî Şêx Seîd û hevalên wî jibîr nake.Di pêşengîya Xalid Begê Cibrî de tevgera Azadî ji bo azadîya Bakurê Kurdistanê biryara serhildanê digire. Lê dewleta Tirkîyê, hîn ku vê serîhildanê dest pê nekirîye, Xalit Begê Cibrî û mebûsê Bitlîsê Zîya Beg digrin.Ji bo ku serîhildan bê amadekarî dest pê bike, dewlet provakasîyonekê pêk tîne û serhildan di 13ê Sibata 1925an de di pêşengîya Şêx Saîd de beriya wextê xwe dest pê dike.Xalit Begê Cibrî tê gulebarankirin û Yûsif Zîya tê îdamkirin.Pir mixabin serhildana di pêşengîya Şêx Saîd de, bi qetlîama bi hezaran mirovên me ji alîyê dewleta Tirkîyê ve têk diçe. Şêx Saîd û hevalên wî têne girtin.Di 26ê Gulanê de Şêx Saîd û hevalên wî tînin Dîyarbekirê û li Dadgeha Îstiklalê bi awayekî nerewa û bi dek û dolaban tên mahkemekirin. Dadgeh rê nade ku Şêx Saîd û hevalên wî ji xwe re parêzeran bigrin.Şêx Saîd jî li gel, darizandina 81 hevalên wî mehekê didome. Di 28ê Hezîranê de biryar tê ragihandinê û Şêx Saîd jî di navê de 47 mirovên me cezayê îdamê digrin. Çend roj berî ragihandina cezayê îdamê, li meydana Derîyê Çîyê sêdar tên amadekirin. Ji berê de biryar dane ku dê çend kes werin îdam kirin, li gor wê ji bo 47 kesan sêdarên îdamê tên amadekirin.Hîn nayê zanînê ka gorên Şêx Saîd û hevalên wî li ku ne. Heta eşyayên wan yên şexsî jî teslîmî malbatên wan nekirine.Alaya azadîyê ya Xalit Begê Cibrî û Şêx Seîd, ya Qazî Mihemed û Mela Mistefa Barzanî, ya pêşmerge û gerîlayan ku ji bo azadîya Kurdistanê xebitîne û dixebitin, her tim di destê têkoşerên Kurdistanê de ye û li çar alîyê Kurdistanê her li ba dibe û pêl dide.Îro li Kobanê, li Rojavayê Kurdistanê, roj roja yekitîya neteweyî ye. Em bangî TEV-DEM û ENKSê dikin ku rêvebiriya xwe ya hevbeş ya eskerî, aborî û siyasî pêk bînin. Bila hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî biçe hewara birayên me yên Rojavayê Kurdistanê. Divê TEV-DEM zûtirîn wext jibo vê yekgirtinê gavan bavêje.Îro li Başûrê Kurdistanê jî roj roja yekitîyê ye. Divê hemû partiyên Kurdistanê bi biryara gelê me jibo serxwebûna Başûrê Kurdistanê destê xwe bidine hevdû û li himber dijminên Kurdistanê yekgirtina xwe xurt bikin.Li Bakurê Kurdistanê, roj roja bilind kirina ala azadîyê ye. Roj roja yekgirtina neteweyî ya li ser xeta Kurdistanîbûnê ye.Li Rojhilatê Kurdistanê bi yekîtiyeke neteweyî divê ala azadîye geştir ba bibe.-DI SALVEGERA 90Î YA DARVEKIRINA WAN DE EM ŞÊX SEÎD Û HEMÛ ŞEHÎDÊN KURDISTANÊ BI GIRAMÎ BI BÎR TÎNIN-TÊKOŞÎNA ŞÊX SEÎD Û HEVALÊN WÎ RÊYA ME ROHNÎ DIKE-DIVÊ GORA ŞÊX SEÎD, SEYÎD RIZA Û HEVALÊN WAN TESLÎMÎ MALBATÊN WAN BIBIN- BIMRE DAIŞa HOV, BIJÎ BERXWEDANA GELÊ ME LI KOBANêBuroya Çapmenî û Ragehandinê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)

Back to top button