Îro ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û rêkkeftin û sazanê heye

Serokê Kurdistanê Di derbarê civîna parlementoyê ya ku di çavderiya konsulusê Îranê de pêkhatî, daxuyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.Peyama Serok Barzanî ya di derbarê rewşa navxwoya Herêma Kurdistanê Bi navê xwedayê mezin û dilovanCemawerê serbilindê KurdistanêDi derbarê rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û pirsa Serokayetiya Herêmê bi we yên xweşdivî radigihînim ku, berî dû salan, bi nameyekî min ji Serokayetiya Parlemen, daxwaz kir ku li gel partiyan da meseleya Serokayetiya Herêmê bi hevdû têgihiştinê yek alî bikin. Berî çend mehek jî dîsa li gel partiyan rûniştim û min daxwaz ji wan kir ku demeke nêzîk de çareseriyek ji bo vê pirsê peyda bikin. Di dema derbasbûyî de hemû karên minên serekî li rêya hevdû têgihiştin û tewafuq û şêwirîn û raguhertinê encam daye û min rêz jî li sazan û rêkkeftina aliyan li nav wan bi xwe de jî girtiye û yarmetiya min dane ku wan sazanan bi awayekî yasayî werbigrin. Yasaya hejmara 4 ê 2015 ê Parlemen ya ji bo amadekirina destûrê, ji bilî wê yekê ku têbîniya me li ser hebû, ji ber berjewendiya welat û parastina yekrêziya gelê me min îmza kir. Berê jî reşnûsa Projeya Destûra Herêma Kurdistanê ku bi kodengiya aliyan û bi dengê 96 Parlementeran hatibû pejirandin, her bi navê sazan û rêkeftina hemû aliyên siyasiyan û parastina yekrêziya gelê me nexistin referandûmê. Ewê li roja 23/06/2015 li Parlemenê rû da, metirsiye li ser bingeh û prensîpa tewafuq û sazanê, ew bingehên ku Serokayetiya Parlemen bi xwe û kabîneya heştem li ser damezraye, niha jî ji ber berjewendiya gel û welatê me, daxwazê ji partiyan dikim, dûrî li berjewendiya hizbiya teng û li ber çav girtina berjewendiya welat û her wiha ber çav girtina rewş û hel û merca nasik û hestiyara niha ku welatê me têda derbas dibe, vegerîne ser prensîpa tewafuq û sazanê. Ji ber ku tenê bi sazan, pirsên nîştîmanî û serekî bi pirsa Serokayetiya Herêmê ve jî dikarin bêne çareser kirin. Kurdistan berev qonaxekî gelek cûda û girîng ve diçe. Îro ji hemû deman zêdetir pêwîstiya me bi yekrêzî û rêkkeftin û sazanê heye. Ewê li ruyê yasayiyê ve pêwîste, min ji aliyê xwe ve kiriye. Erkekî nîştimanî dikeve ser hemû aliyan heta berê 20.08 bigihîn encamek ku, dikarîn bi sazan rêk bikevin. Eger hemû alî li gor prensîpên tewafuq û sazanê tevnegerin, wê demê ez jî helwesta xwe radigihînim. Heman demî de, daxwaz ji Parlementeran û Hikûmet û partiyên siyasiyan dikim bi kûrî bîr li çareserkirina qeyranên darayî û şerê Da’îş û pirsa jiyan û debara xelkê, bi taybetî Pêşmergeyan bikin û girîngiyeke hêja bidinê.Mesûd BarzanîSerokê Herêma Kurdistanê29.06.2015

Nerîna min :