Kurd ne Iraqinê divê serbixwebin
Sekreterê Giştî yê Milîsên “Rêxistina Esayib Ehilul Heq” ên şîe, Qeyis Xezelî ragihand ku, Başûrê Kurdistanê ji eslê xwe de ne iraqî ye û dibêje gerek kurd serbixwe bin.Qeyis Xezelî di daxuyaniyekê de ragihand: “Herêma Kurdistanê ti pêwendiya wê bi koka Iraqê ve tune ye, ne ji aliyê ziman û ne jî ji aliyê neteweyî ve.”Xezelî wiha got: “Gelê kurd û serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê, ne hundir û ne jî li derveyî Iraqê, kurd xwe wek iraqî nabînin û Hikûmeta Bexdayê nas nakin.Berpirsê wê rêxistina şîeyan wiha domand: “Herêma Kurdistanê ji hemû aliyekî ve serbixwe ye. Heta ji aliyê leşkerî û darayî ve jî serbixwe ye. Baştirîn belge jî ew e, ku Serokwezîr û Hikûmeta Iraqê nikarin fermanê li yek pêşmergeyî kurd bikin.”Beriya niha jî, di bersiva daxuyaniyeke Şêwirmendê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî de, ku dilgiraniya xwe li hember rola wan milîsên çekdar ên ku Îran piştevaniya wan dike, eşkere kiribû, Xezelî dîsa bi tundî gef li kurdan xwaribû û daxwaz ji siyasetmedarên Iraqê kiribû ku rê bidin kurdan ku ji Iraqê cuda bibin, da ku pirsa wan bibe pirsgirêkeke herêmî.