Civak

Hukumetê pîrozbahiya mamosteyan kir

Bi minasibeta 53ê saliya damezrandina Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê, hikûmeta herêma Kurdistanê bi peyamekê pîrozbahiyê li tev mamosteyan dike.Teksta Peyamê:Bi minasibeta 53ê saliya damezrandina Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê, em bi germî pîrozbahiyê li Yekêtiya Mamosteyan dikin ku di yekem roja damezrandina wê de heta îro, roleke mezin di parastina mafên maosteyên Kurdistanê de lîstiye û hertim ji bona baştirkirina rewşa jiyana mamosteyan û pêşvebirina pirosesa perwerdeyê xebat kiriye.Her bi vê minasibetê, em pîrozbahiyê li timama mamosteyên Kurdistanê dikin ku, di warê pêgehandina nifşên Kurdistanê bi awayekî zansitî û perwerdekirina wan bi bingeh û pirensîpên xebat û tekoşînê ji bona azadiya gel û neteweya xwe hertim roleke mezin lîstiye. Mamosteyan nehêla bêmiaşî, rewşên aloz û nexweş li pêşiya perwerdkirin û fêrkirina ciwanên Kurdistanê bibin asteng û rêgir û wan hertim bi dilsozî  berdewamî bi pirosesa xwendin û fêrkirinê daye.Bi vê minasibetê em ji bo timama mamosteyên Kurdistanê tekîd dikin ku, hikûmeta herêma Kurdistanê li gor bername û pilanên xwe ji bo zêdetir xizmetkirina mamosteyan û sektora perwerdeyê li ser xebatên xwe berdewam dibe.Careke din pîrozbahiyê li Yekêtiya Mamosteyên Kurdistanê dikin û serkeftiunê ji bo dixwazin.Civata wezîrên herêma Kurdistanê 

Back to top button