Tevger Çima Dijraber e?

Ciwanî, li derdorên polîtîk de têgeheke ku bi sixletî tê dûpatkirin û girîngî tê dayîn e. Bê guman herçiqas di vê girîngî dayînê de gelek sedem didin pêş jî, sedema bingeh dînamîzma ciwanan û rola diyarker ya vê dînamîzmê ku di têkoşîna polîtîk de dilîze ye. Di pêşerojê de di navbera temenê bîyolojîk û daneheva zaneyî de têkiliyeke mecbûrî hebû. Ji ber ku zanîn bi ceribandinan tê bidest xistin, pîr û kal jî di heman demê de weke pirtûkxaneya bi ling/ xezîna zanînê ya civakan bûn. Ji bo ku ciwan vejena xwe li aliyê rast kanalîze bikin pêwistî bi kal û pîran didîtin û ji ber vê yekê pirî caran neçar diman serî li daneheva kal û pîran didan.Pêşketinên teknolojîk ( bi taybetî înternet ) di warê gihiştina zanînê de him derfetên gelek mezin diafirîne him jî têkiliya mecbûrî ya di navbera temenê biyolojîk û daneheva zaneyî ji holê rakir. Tewra ji ber ku yên temenmezin di warê lêhatina tiştên nû de dikevin tengasiyê, di hewldana wergirtina zanîna rast û bi lez de ku teknolojî pêşkêş dike gelek gelek li paş ciwanan dimînin.Ji ber ku rêya/rêbaza gihîştina zanînê guherî; pêwendiya di navbera pîr-ciwan, vehes-guhdêr, aqilmend-aqilgir û jiber ku bi vana re têkildar e pêwendiya di navbera rêveber-yên ku tên birêvebirin zor lê kirin ku biguhere.Di erdnîgariya Rojhilata Navîn û li Kurdistanê tevgera ciwanên ku vî guherînê rast dibînin bilez xwe bi rê xistin û tevlî pêvajoyên siyasî bûn. Ji ber ku aktoren polîtîk yên kevn jî nexwestin pêwistiyên vî guherînê bînin cih nikarin yên nuh qebûl bikin, ji bo ku ji bandora wêrankera li ser wan ya guherînê rizgar bibin hewl dan bi hin guherînên teşeyî rewşê rizgar bikin û pozîsyona xwe ya “rêzbar” biparêzin.Di vê hewldana kevnan de tiştê herî girîng , wateya girîng ku li ciwanan hate barkirin û gotinên wekî “ pêwîst e di siyasetê de ji ciwanan re rê bête vekirin” e. Yên kevn bi vê ferasetê/fehmê dixwazin, bi girtina ciwanan û qaşo rayeyên girîng danîn di saziyên ku bi xwe avakirine û kevn de, “nûbûn”a xwe nîşan bidin.Lê belê tevgerên ciwanan, rêxistinên ciwanî ya partiyan nînin, nûnertiya tevgerên feraseteke serbixwe û bi tena serê xwe dikin.Tevgerên ciwanan, bi hatina serê saziyeke ku yên kevn avakirine re, tenê angaşta nûnerbûyîna “nuh” wenda dikin û dibin “ nûnerên ciwan yên kevnan” . Tevgerên ciwanan ji ber xwezaya xwe xerabker in. Ev xerabkerî pêwîst e ji bo avakirina “nuh” ya li dijî saziyên kevn. Ji ber vê yekê divê Tevgerên ciwanan hatina ser saziyên ku yên kevn weke “qencî” diyarî wan dikin red bikin û saziyên xwe ava bikin.Wekî nûnerê “nuh” Ciwanî, divê tenê pêwendiya bi kevnan re neguherînin, di heman demê de,divê di xebitîna navxweyî de têkiliyeke nipûnuh avabikin. Rêxistinên kevn ên hîyerarşîk, ji ber ku azadiya kesan ji holê radikir, di şexsê “serok-serkar” de tên şêwandin. Ciwanî ku nûnertiya “nuh” dike, li dijî rêxistinên ku takekesî ji holê radike bertek nîşan dide û wekî girtîgeh dibînin saziyên kevn. Ji ber ku pêwistiya pêvajoya nuh, bi kesên ku him takekesî dibêje “ ez heme”, him jî bi kesên ku, bi hevalên xwe yên têkoşînê ku li dora armanceke hevpar hatine cem hev , dikarin bibêjin “em ji bo ku ligel hev bimeşin hene” û bi feraseteke ku pêwistiya vana tîne cih re heye. Vê helwesta ciwanan ya dulibî, ( him parastina takekesî/xwemalî him jî bicîhanîna pêwistiyên bi rêxistinbûnê ) ne nakokî ye. Him xwe parastin û îfade kirin, him jî di saziyên bi rêxistin de bicîhanîna berpirsiyariyên civakî ye. Xistina nava jiyanê ya van her du taybetiyan di heman demê de , bi şerta bihartina ferasetên partî/rêxistinên kevn pêkan e. Ji ber ku di saziyên kevn ên ku di şexsê kesan de hatine şêwandin de, bi navê zeptûrept, takekesî dihat tunekirin. Ji ber vê yekê kişandina ciwanên ku nûnertiya “nuh” dike, nava “saziyên kevn” ( dixwaze hemû rêveberî ji ciwanan pêk were ) saziyên kevn nuh nake, berevajî ciwanan pîr dike…Tevger, ku wekî nûnerê feraseteke nuh girîngî bidest xist, dema pêwistiya ferasetek/tevgerek nûbûyînê tîne rastî hin rexneyên ne li cih tê. Van rexneyên ku ji kevnan dertê, an berevajîkirinên bi zanayî ya xwe dispêre şayîşa parastina “kevn” ê ye, an jî ji kêmzanîna rast nedîtina “nuh” e…Dixwazin bîrbiriya wekî helwesteke me ya “ li dijî hemû kes û saziyên kevn/pîr” in biafirînin. Kesên ku dixwazin vê bîrbiriya xelet biafirînin re feraseta me ya bingeh ya “ Rêbaza Berzanî” bi tena sere xwe bersiva pêwist dide jixwe. Wekî Tevger nabe em di nava xwexapandinekê, hemû pêşerojê tune hesibandin û bi navê “nuh” hemû danehevên/nirxên neteweyî bidin aliyekî din. Berevajî feraseta Tevgerê ye,ji bo ku, zîndeyên/livdarên neteweyî ku xwediyê daneheveke/pêşerojeke dîrokî ye û tê xwestin tune bikin, dîsa derxînin serzemîn û bifonsîyonbûn rastên pêşerojê bigihînin îro û ji xwe re bikin rêber. Tiştê ku em li dijî ne, hewldana berdewamkirina feraseta nuh bi amûrên kevn e. Em hemû pirr baş dizanin ku vê hewldana tewş di 30 salên dawî de ji xeynî “sedembûna şikestina hêviyan” bi kêrî tu tiştî nehat.Tevger û Tundrawî/radîkalîzmTaybetiyeke girîng ya Tevgerên ciwanan jî him di pratîkê de him jî di warê ramanî de radîkal/tundrawbûna wan e. Ev tundrawbûn, daxwazan rasterast îfadekirin û armanca mafdar bi “lê-lê bele” ve şêlûnekirin e. Daxwaza dewletbûn ku mafeke xwezayî ye bixwe ne ramaneke/sekneke tundraw e. Helwesta qayîşok/sist ya aktorên/saziyên xwespêr û pasîf ku nikarin vê mafê xwezayî biparêzin, dibe sedema bi awayeke tundraw îfadekirina mafê dewletbûnê. Tundrawbûna Tevgerê ya di warê dewletbûnê de, li gorî siyaseta nûsaz/reformîst ya kevnan tundraw e û ji ber vê jî qutbûneke biripin ji “kevn” disepîne. Tevgera ku li hemû çêkirina erênî dimeyzêne, wê xweş nebîne/nabîne ku armanca talî ya dewletbûnê (mafê me yê xwezayî) bikin mijara nîqaşê/guftûgoyê.Tevger ku di vê mijarê de sekna Mesûd Berzanî ji xwe re mînak digre û bihayeke taybet dide, ku dibêje “ dewletbûn mafê me ya xwezayî ye û em ê tu car dev ji vê mafê bernedin” nişan dide ku pirsgirêk ne bi kevn/pîran re ye, yên kevn bûye/pîr bûye re ye û bi ferasetên ku nikarin mafeke xwezayî li gorî pêdiviyê biparêzin re ye.Têkiliya Tevgerê bi rêxistinên Kurdistanî yên din reTêkiliyên me yên bi saziyên polîtîk yên Bakurê Kurdistanê re dem dem tê rexnekirin û em rastî gazindên “ çima hûn bi hev re tevnagerin” tên. Mafên neteweyî, jêparên hevpar ya ferasetên cuda ya Kurdistanî ye û zemîna tekane ye ji tevgerîna bi hev re. Lê belê, wate barkirinên cuda ya li mafên neteweyî û nakokiya di navbera gotin û pratîkan de dibe asteng li pêşiya tevgerîna bi hev re. Mînak, Serokê tevgereke siyasî dikare “xweseriya demokratîk” jî weke “mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya neteweyan” bibîne. Bê guman dema mafên neteweyî tê gotin, weke Tevger em tik û tenê qala mafê dewletbûnê dikin û em tu tevgerên ku mafê dewletbûnê tune dihesibînin wekî tevgereke “yekîtî pêkan” e nabînin.Divê tu kes li bendê nebe ku em tevlî vê hevnegirtina saziyên polîtîk ên kevn ku him qala dewletbûnê dikin him jî çav ji parlementoya dagirker re dişkînin bibin. Bi çûyîna/xebitîna çûyîna parlementoya dagirker re jixwe tescîl dikin ku dest ji mafên neteweyî kêşane. Ji ber vê yekê yekîtiya bi van saziyan re nabe “yekîtiyeke neteweyî” berevajî dibe şêlûkirina mafên neteweyî. Pirsgirêkeke din jî cudatiya xebitîna navxweyî ya di navbera Tevgerê û saziyên kevn de ye. Weke Tevger, ji ber ku em têkiliya “ rêveber-rêveçûn” red dikin û ligelhev meşînê hîm qebûl dikin em nînin û em ê nebin jî xwediyê seresaziyên weke “serok-serek” ku “rastên xwe disepînin” û gotinên me yên polîtîk û sekna me teqez diyardikin. Weke li dijî vê helwesta me, kesên ku di hundirê saziyên kevn de cih girtine derfeta wan ya bikaranîna înîsîyatîfa xwe nîne û “rastên” ku kesên ji jor diyar kiriye dibe “rastên” herkesî û tê parastin. Lewma di rewşên nişkave û bêhesab derdikevin de nûnerên saziyên kevn ji şarezayiya tavilê biryardayînê bêpar in û ji ber ku teqez neçar dimînin bi yekî “zana” re bişêwirin, di warê biryargirtinê de laşgiran in. Tiştê ku, biryargirtina bi saziyên kevn re ,him di warê ramanî û him jî pratîkê de derfeta têkiliyeke xwezayî ji holê radike jî ,dîsa pirsgirêkên ji damezrakên saziyên kevn dertên in. Kesên ku nikarin bibin xwedî înîsîyatîfê ne pêkan e bi saziyên cuda re werin gel hev û biryar bigirin. Ji ber ku nikarin derên dervê ajandaya xwe ya ku ji berê de hatiye diyarkirin, derfeta wan tune ye li hemberî rewşeke nuh “ bi nîqaş biryareke hevpar” bigrin.Tevgerên Ciwanan û Rêxistinên CiwananCudahiya eşkere ya di navbera van her du saziyan de ku an bi zanayî an bi nezanî tevlihev dikin; Tevgerên ciwanan bi tena serê xwe derdikevin holê û nûnertiya “nuh” dikin, li hemberî vê rêxistinên ciwanan yekeya partî/rêxistinên heyî ye ku tenê wekî bîyolojîk ji ciwanan pêk tê.Bi fiîlî ne pêkan ku Tevgerên Ciwanan ku serbixwe tevdigerin, bi rêxistinên ciwanan re ku girêdayî ne hevbeş tevbigerin. Her çiqas vê pêkveyî pêk were jî, ev pêkveyî dibe pêkveyîyeke di navbera Tevgera ciwanan û partî/rêxistin de. Lewra derfeta rêxistinên ciwanan tune ye ku ji partî/rêxistinên xwe serbixwe tevbigerin. Her çiqas hin saziyên polîtîk dixwazin rêxistinên ciwanan wekî “serbixwe” nîşan bidin jî, em hemû dizanin ku di pratîkê de ev ne rast e û her tişt li jor ji aliyê partiyê tê diyarkirin. Dîsa her çiqas em bi ciwanên partiyên/rêxistinên Bakurê Kurdistanê ên welatparêz re hema hema xwediyê heman ramanan bin jî, sedema pêkve tevnegerîna me ji ber ku ciwanên tê behskirin nikarin bibin xwedî înîsîyatîfê û teqez girêdayîbûna wan ya polîtîkayên partî/rêxistinan e. Rêxistinên ciwanan, di navbera dînamîzma ji ciwaniyê der tê û sekna tundraw û polîtîkayên pasif û tebatî ku kevn disepînin tengezar dimînin. Ev tengezarmayîn ji bêgaviyê wan dixîne nakokiyan. Mînak, ciwanên partiyên ku dewletbûyînê bi bêdudilî diparêzin heman deme de ji bo ku kevnan bişînin Parlementoyê dikarin amîgotiya hilbijartinê jî bikin. Van ciwanên ku bi nakokiyan re bi qirika hev digrin nikarin rola erênî ya ku dikarin bilîzin di warê polîtîkayê de bilîzin û vejena wan vala diçe. Em bang li hemû ciwanên partî/rêxistinan dikin û dibêjin “ ji dêleva hûn dibin stepneya kevnan saziyên xwe ava bikin û hemû biryarên xwe bixwe bigrin. Giyanê xwe yên Kurdistanî ji bo eşqa parlemento/kursî ya “kevnan” qirêj nekin! Dema hûn bi tena serê xwe biryar bigrin, em amade ne ligel we li ser zemîneke Kurdistanî di warê hevbeş ya mafên neteweyî de ji hevkarî û çalakiyên hevbeş re. Dema kesên/saziyên vejen xerc dike û kesên/saziyên biryar dide cuda be, mirov ne dikare behsa paşrojiya vejenê bike ne jî dikare bibêje vejen ji bo mafên neteweyî tê xerckirin. Tenê mirov dikare bibêje vejen ji bo berjewendiyên kesên ku biryar didin tê xerckirin. Bala xwe bidin vê rastiyê û bi şîara “ yên dikin em in,divê yên biryar bidin jî em bin” tevbigerin û ji barên ser pişta xwe rizgar bibin. Serdema me, di warê wergirtina zanînê û bi awayeke herî bandordar bikaranîna zanînê de serdemeke ku ciwan biavantaj û bêrdar in. Lewma divê Ciwan li gorî serdema nuh şarezatî û behreyên xwe organîze bikin û bi feraseteke nuh ya têkoşînê bi awayeke çalak tevlî vê pêvajoyê bibin. Tevlîbûna siyasetê ya ciwanan bi awayeke çalak û rizgarbûna ji barên ser pişta xwe,tê wateya ji holêrakirina şert û mercên jiyana parazîtî ya aktorên siyasî yên kevn ku dagerîye pergala qast. Tam ji ber vê sedemê yên kevn, ewqas girtî û bibertek in ji guherînê/nû û Ciwanan re…Tevger07.05.2015

Nerîna min :