Beşek ji pakêtê hate iptal kirin
Dadgeha Destûrî ya Tirkiye civîna xwe di derbarê paketa guhertinên destûrê de kir. Serokê Dadgehê Haşim Kilinç, bi konferansek rojnemevanî biryara dadgehê ragihand. Dadgehê hinek beşên du madeyên destûrê îptal kir û destê xwe neda madeyên din. Li gora ku serokê dadgeha bilind ragihandî, ew madeyên ku çîbûna dadgehê bi xwe diguherînin hatine îptal kirin.
Wek din dê li ser beşê din yên paketa guhertinên destûrê di 12-ê meha Îlonê de referandum çêbibe. Hukumet ji vê biryara dadgehê ne dilxweşe û vê yekê wek midexeleya siyasetê dibînê.
Herweha CHP ya ku daxwaza îptalkirina paketî kirî bi xwe jî, ji vê biryarê kêm dibîne û li gora wan diviya dadgeh paketê tevê îptal bikira û qet referendum çênebûya.
Dê rojên pêşiya me de bandore biryara dadgeha bilind, li ser siyasetê çêtir bête xûyakirin.