Elawî alîkariya kurdan dixaze
Duhî çarşemiyê 07.07.2010ê Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî li Eyad Elawî serokê lîsteya Îraqiye û şandeya pê rak u ji Ednan Cenabî, Mihemed Elawî û Luey Xetîb pêkhatbû kir.
Di civînekê de ku Fazil Mîranî û Omer Osman amade bûn, Elawî bixêrhatina serok Barzanî kir ji seferên fermiyên bo Urdin û Misrê û tekîd li ser xurtkirina peywendiyan bi welatên erebî ra kir.
Di civînê de Barzanî û Elawî behsa rewşa siyasiya Îraqê û ew xebtên ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê tên kirin, kir.
Her di civînê de tekîd li ser berdewamiya diyalogê di navbera lîsteyên serketî di hilibjartinan de ji bo pêkanîna hikûmeteke berfireh ku hemû qewareyên siyasiyên îraqî tê de beşdar bin û temsîla hemû pêkhatên Îraqê bike, kir.
Piştî civînê serok Barzanî û Eyad Elawî daxuyanî dan çapemeniyê.
Serok Barzanî git: Em li ser wê yekê yek fikir bûn ku divê hikûmeteke bê avakirin hemû alî tê beşdar bin û tu teref neyên îhmal kirin.
Barzanî di daxuyaniya xwe de got ku wan behsa rewşa hesas Îraqê kir û di gel Elawî yek deng bûn ku divê zû hikûmeta nû ya Îraqê bê pêkanîn û Îraq ji vê kirîzê derkeve.
Serokê herêma Kurdistanê herwesa got ku tekîd li ser wê yekê hat kirin ku divê Celal Talebanî bibe serokomarê Îraqê ” Ji ber ku ev yek di berjewendiya Îraqê de ye.”
Eyad Elawî serokê lîsteya Îraqiye got: Em heval, hevpeyman û şirîkin di pirosesa siyasiya niştimanî de. Minaqeşeyên me di berjewendiya îstîqrara Îraqê û îstîqrar deverê de bûn. Serdana min di dereceya yekem de ji bo wê bû ku ez silav li Barzanî bikim û herwesa ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bû.
Elawî got ku dîtinên wî û Barzanî ji bo pêkanîna hikûmeta Îraqê nêzîkî hevin.