Bernama hêzên Amerîkî ji Iraqê nayê guhertin
Ev helwestê han ya hukûmeta Amerîka di demekê de ye, ku hîna pirsa pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê di navbera alîyên serkevtîyên Iraqî de nehatîye çareserkirin.
Berpirsê leşkerê Amerîka yê li Iraqê ragihand, ku dê li paşkevtina pêkanîna hukûmeta nû ya Iraqê ti bandorî li ser dema destnîşankirî ya ji bo vekişîna hêzên leşkerên Amerîka ji Iraqê dirist neke.
General Raymond Odierno got, hêzên Amerîka 505 bingehên leşkerî li Iraqê heye û ji koma van 505 bingehana, hêzên Amerîka ji sala 2008-ê pê ve heta niha 374 bingehên xwe daxistîye û weha biryare ku di heyva pêşiya me de 37 bingehên din jî dabixe.
Raymond Odierno di berdewambûna daxûyaniya xwe de weha jî got, ku dê 50.000 leşkerên Amerîka heta heyva adar a sala 2011-ê li Iraqê bimînin û dê mayîna wan jî li gora mekanîzmayeka nû be û pêdivê ye ku herdu alîyên Amerîkayî û Iraqî li ser ewê yekê li gel hev rêkevtinê bikin.