Polîtîk
Rapirsîn: Ak-Partî hêja ferqek mezin li pêşe
Rewşa Tirkiye ji ber gur bûna şer ne başe. Sekinanandina prosesa vekirina demokratîk bû zemînek ji bo hêzên tarî û kûr. Guhertina paketa destûrê li ber destê dadgeha destûri ye, biryara dadgehê wê bandorek gelek nexweş li ser rewşa siyasî bike. Li gora biryara dadgeha destûrî, hukumet dikare dema hilbijartinan bide pêş.
Berfirehbûna operasyona û çelakiyên PKK-ê, rewşê hêjî xirabtir dike.Gelek alî dixwazin rewşa awarte li hinek bajarên Kurdistanê bête ilan kirin. Rewşa partiyên siyasî jî li gora rojeva siyasî tê guhertin. Li gora lêpirsîna herê dawî çûbuyî hêjî Ak-Partî partiya yekem e. Li gora dezgeha lêpirsînê ragihndî rewşa dawî ya partiyan eve:
AK-Partî : % 40.4
CHP : % 28.7
MHP : % 13.1
BDP : % 5.2
SP : % 6.1