NY ji bo parastina Kelha Hewlêr arikariyê dike
Bi alîkarîya rêxistina perwerdeyê, kultur û zanînê UNESCO ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, dê dest bi karê parastina Kelha Hewlêrê bê kirin. Dê ev karê han jî, her bi serperiştîya UNESCO be.
Di vê derbarê de nûnerê taybetî yê Neteweyên Yekbûyî yê li Iraqê Ad Melkert da xuyakirin, ku ew dê pisporan ji hemû alîyên cîhanê bînin, da ku evî karî encam bidin.
UNESCO jî dibêje û hevwelatîyên vî bajêrî jî didin zanîn, ku ev kelha han ji berî heft hezar salan ve û heta niha mirov tê de dijîn. UNESCO dide xûyakirin, ku niha 330 mal di nava kelehê de ne û ew mal hatine valekirin.
Projeyê paraztina Kelha Hewlêrê ji sê qonaxan pêktê. Qonaxa yekema karên parastina kehlê û xweşkirina deh xanîyan e, ku bi xwe şûnwar in û xurtkirina sûra kelehê ye.
Ad Melkert da xûyakirin, ku dibe ev projeyê han heft salan yan jî deh salan berdewam be, belê dê karekî mezin, buha û bi nirx be û dê hemû cîhan bizane, ka Kelha Hewlêrê çi ye.
Parêzgarê Hewlêrê Newzad Hadî jî di vê derbarê de da xûyakirin, ku wan 13 miliyon dollar ji bo encamdana vê projeyê terxan kirine û dê Hewlêrê di nava kelepûrê cîhanî de be.