Cîhan

Yekêtiya Ewropa bi fermî ofîsa xwe li Kurdistanê vedike

Kerîm Şingarî wezîrê karûbarên nevxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê li dîwana wezareta xwe pêşwazî li serokê ofîsa Yekêtiya Ewropayê li Îraqê (EU GEST) û berpirsê ofîsa Yekêtiya Ewropayê y ali herêma Kurdistanê kir.

Di dîdarekê de şandeya mêvan li heber serdana bo herêma Kurdistanê kêfxweûiya xwe nîşan da û got ku wan serdna herêma Kurdistanê kiriye da ku ji nêzîk haydarî rewşa herêma Kurdistanê, pirojeyên di warên cihê de yên hikûmeta herêma Kurdistanê, xurtkirina peywendiyan û hevkarîkirina hikûmeta herêma Kurdistanê di cibicîkirina pilana Yekêtiya Ewropayê bo çand salên bên li herêma Kurdistanê bin.

Şandeya Yekêtiya Ewropayê ew yek jî eşkere kir ku Yekêtiya Ewropa biryar daye di demeke nêzîk de bi fermî ofîsa Yekêtiya Ewropayê li Herêma Kurdistanê vekin.

Herwesa di dîdara di navbera şandeya Yekêtiya Ewropayê û wezîrê karûbarên nevxayî yê herêma Kurdistanê de behsa pêdawîstiyên polsê û karmendên wezareta nevxwe, vekirina kursên mafê mirovî, şideta li dijê jinan û parastian zarokan hat kirin. Di v î warî de tekîd li ser vekirina kursên perwerdeya karmendên wezaretê û polîsan û saziyên din yên ser bi wezareta navxwe ve hat kirin û wezîrê navxwe piştevaniya wezaret nîşan da.

Back to top button