Cîhan
Demê Kurdistana serbixwe ye
Civinekî di parlementoya Swed de siyaeta dervê ya Swed hate gotubêj kirin. Di civînê de wezîra derve ya Swêd Margot Wallström behsa siyaseta Swêd a derve kir û got vîca dive siyaseta me bête guhertin.
Wezîra derve behsa rewşa Kurdistanê jî kir û got: Kurd li dijê DAÎŞê şerê herî mezin didin.Welatên rojava arikariyê dikin, lê Pêşmergeya Kurdistan parêst û xelkê sivîl diparêze.
Margot Wallström berdewamiya axavtina xwe de got: Ji berê de em pişgiriya Filisrtînê dikin. Nihajî dem hatiye ku em Kurdistana Azad gotubêj bikin.
Wezîra derve got: Eger li Başûrê Kurdistanê dewletek bête ragihandin, ev yek nexşa herêmê diguherîne. Swêd mafê çarenûsî yê kurda diparêze dive kurd bi xwe li ser welatê xwe xwedî desthilatbin.