Roja în 13.02.2015 li bajarê Viyenna birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê birêz Heinz Fischer Serokê Awusturya (Nemsa) ve hate pêşwazî kirin.
Li kombûnê da ku li keş û hewayekî dostane da birêveçû êrîşên terorîstan û rewşa niha ya Kurdistanê û her wiha paşaroja Kurdistanê û navçeyê û rola Kurdistanê xistin ber behs û guftûgoyan. Her wiha Serok Barzanî li axaftinek da tîşk xiste li ser serkeftinên Pêşmerge û rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan.
Her li vê hevdîtinê de Serokê Awusturya tekez li ser berdewamiya palpiştiya welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê û pêşkêşkirina hevkariyên mirovî kir.
Li mijareke dinê vê civînê de her dû alî di derbarê paşaroja Suriye û rola Kurd ya li paşaroja Sûriyê danustandina bîr û ramanan kirin.
Berî destpêka vê hevdîtinê li civîneke rojnamevaniya hevbeşa di navbera her dû Serokan de, Serokê Awusturya bi germî bi xêrhatina Serok Barzanî kir û her wiha behsa peywendiya kevnare ya Awusturya û gelê Kurdistanê û dostayetiya xwe ya kevin li gel cenabê Mam Celal û Serok Barzanî kir. Her li vê civîna rojnamevaniyê de Serokê Awusturya behsa girîngiya serdana Wezîrê Derveyê welatê xwe ya ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Hêjayî gotinê ye ku piştî civînê, Serok Barzanî ji bo firavînê mîhvanê Serokê Awusturya bû.