Polîtîk

Demirtaş girîngiyê nade peyamên Ocalan

Yalçin Akdogan parlementerê Enqere û alikarê serokwezîr e. Ji beri hingê jî rawêjkarê yekem yê Tayib Erdogan bû.

Akdogan tê naskirin yek ji wan kesaye ku pêvajoyê rêve dibe û ji seri de heta niha hemû hevdîtinên li gel ocalan û PKKê di çavderiya wî de dibe.

Akdogan tevlî bernameyek kanala televizyona CNN Turk bû. Di derbarê helwesta hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş de daxuyaniyek balkêş da.

Akdogan got: Selahhatin Demirtaş dema hevdîtina li gel Ocalan dike û bi navê wî peyamên Ocalan radigihine bihayê pêwist nade peyamên Ocalan wan kiçik û bê biha dike. Ez vê yekê tênagihim.

Akdogan dibêje: Ocalan van ditinan dîrokê dinirxîne lê Demirtaş wek dîtinên rutinî dide ragihandin.

Herweha Akdogan got: Veca ronahiya devê tunelê baş dixweyê. Lê divê ev yek neyê biçûkkirin, neyê bêqîmetkirin û neyê sivikkirin.

Back to top button