Polîtîk

Kobanê roj bi roj ji DAÎŞê pakij dibe

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ragihand ku, Hêzên Pêşmerge û şervanan 150 gundên herêma Kobanê rizgar kirine û terorîstên DAIŞê ji wir direvin.

Muslih Zêbarî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge û şervanan ji hemû aliyên Kobanê ve pêşve diçin û her carê û çend gundan rizgar dikin.”

Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “Devera Çelebî ku nêzîkî 20 gundan e û xelkê wê kurd in, ku heta niha parastina xwe dikirin û DAIŞ nikarîbû nêzîkî wan biba, vê êvarê çekdarên DAIŞê êrişî 3 gundên wan kirine û 50 zilamên wan revandine û pez û berxikên wan jî talan kirine.”

Zêbarî wiha got: “Heta niha 150 gundên herêma Kobanê ji çekdarên DAIŞê hatine paqijkirin û hîna hêzên kurdî pêşve diçin.”

Back to top button