Hikûmet kuştina pîlotê urdinî şermezar dike
Civata wezîrên herêma Kurdistanê kuştina pîlotê urdinî (Meaz Kesasîbe) gelek bi dijwarî şermezar dike ku, bi awayekî gelek hovane û dirindane bi destên terorîstên DAÎŞ hat şehîd kirin.
Civata wezîran di daxuyaniya xwe de dibêje ku, kuştina dîl û rehîneyan dijî hemû pirensîp û baweriyên olî, însanî û qanûnên navdewletî ye, ji ber hindê tawanên van terorîstan ji hemû baweriyên însanî, olî û şaristanî dûr in û metirsiya wan bo ser hemû gel, welatên herêmî û dinyayê, bê cudahî heye:
– Ev hovatî careke din îspat dike ku, wezîfeya civaka navdewletî û hêzên azadîxwaz û mirovdostên cîhanê eve ku ji bona hişikirina çavkaniyên enerjî û hêza terorîstan û binbirkirina wan û ji bona ferhemkirina dinyayeke aramtir û pir aşitî û aramî bo gelên cîhanê û paşeroja mirovatiyê, hemû bi hev re bi awayekî gelek aktîvtir kar ji bo jinavbirina DAÎŞên hov bikin.
civata wezîran bi navê hikûmet û gelê Kurdistanê hevxemî û sersaxiyên xwe pêşkeşî malbata pîlotê urdinî (Meaz Kesasîbe) û cenabê qiral, hikûmet û galê Urdina dost dike û dibêje divê terorîs baca vê tawana xwe ya hovane û tawanên nemirovane yên din bidin û bi timamî bên jinavbirin.