Di Kurmancî da, yek ji wan nexweşîna; ”n”

 

             Ne ku Kurmancî ”nexweş” e, lê wê nexweş dikin! Li gorî dîtin û ramanên min; ji hedê xwe zêdetir xeter, şaşîtî û xeletî di zarava Kurmancî da wekî zaravên dinê bi cîh bûne û ji destê ”Kurmancîzana” va jî hin zêdetir dibin… Ji bilî wana jî, hin kesên ku xwedîderfet yan jî xwedîyên destketîya fenî Trt-Kurdî, hin universîte û hwd. bi devokên xwe dixwazin li ser ziman serdest bibin, lê mixabin hin cara jî xerab dikin. Ji nezanîyê nexweşîna qompleksê ava bûye ku ew jî bi xwe ra şaşîtiya anîye û wê bîne jî, wusa ku rastîyên meriv dizane jî meriv dibêje qey ne rast in, bila ku ew ”niviskar”, ”Kurdîzan”, ”zimannas” in, yan jî ”zimanê televizyonê” ne, yan jî li unîversîteyê di beşa ziman da hin ”qursa” dîtine û xwedî belge û dîplomaya ne. Wusa ku di zimanê me da, dibin sedemên alozî û bêteşeya ku rastkirina wan jî zehmettir dibe. Belê her kesekî li gorî devoka xwe diaxife, dinivisîne; jê normaltir tu tiştekî tune ye. Yê ne normal ew e ku hin kes û sazî xwe wekî otorîteya dibînin, dibêjin qey herî Kurmancîya paqij, zelal û delal ya wan e û loma jî bi hin destketî û derfeta jî dixwazin li ser kesên din zextê deynin û wekî çeka li hemberê dijberên xwe bi kar bînin.

            Ez dê di vê nivisa xwe da, bi çend mînaka, hew li ser babetekî ; tîpa ”+ n” rawestim û binirxînim. Binêrin ka Kurmancî ji ku derê diçe ber bi ku derî da?

            1- Yekem pirsa min ev e ku ka gelo ji çi sedemên rêbazî yên rêzimanê Kurdî; ”wan zaroka”-dibe-”wan zaroka+n”, – ”Polêsa êrişê me kir-dibe- Polêsa+n êrişê me kir, – ”Wan Kurda”-dibe-”Wan Kurda+n”, – ”Tirka” -dibe- ”Tirka+n” û hwd. çima?

           Di rastîya xwe da; Min ji wan Kurda hez kir(ne ku wan Kurda+n). Ala Kurda(ne ku ala Kurda+n). Lîstika peyva(ne ku Lîstika peyva+n). Min ji wan Kurdên ku li vê derê ne, hez kir. Polêsa li me xist(ne ku polêsa+n). Wan polêsên hanê li me xist. Wî, helbestekî ji Feqîyê Teyra xwend(ne ku ji Feqîyê Teyra+n). Ma te wan keça/kura dît(ne ku keça+n/kura+n)? Wan keçên/kurên jîr bi ser ketin. (Formata ”wan Kurda û wan Kurdên hanê” tevlihev bûye û tîpa ”n” bi şaşîtî li ser herdû formata da jî tên bikaranîn.

             2- Pirsa min ya duem jî ev e; Em dê kîngê bêjin Kurda û kîngê bêjin Kurdan? Ez li benda bersivekî rêbazî ya rêzimanê Kurdî me… Herî rastî ew e ku; Kurda ye, tu cara kurda+n nîne û wê nebe jî….

             3- Vî gundê hanê gundê Kurda ye. Vana gundên Kurda ne, mixabin ku bûye (şaşîtîya herî mezin; Di dêlva Kurda ne da, bûye; ”Vana gundên Kurdan e”)[”ne” ya vê derê lêkera pirane ye.] Loma di rastîya xwe da dibê ku weha be; Vana gundên Kurda ne. Ne ku ”vana gundên Kurdan e”. Rastî weha ne; Vîya gundê Kurda ye. Vana gundên Kurda ne.

           4- Yê/Ya/Yên Amedîya/Batmanîya/Farqînîya(ne ku Amedîya+n/Batmanîya+n/Farqînîya+n) -Tevlihevîya ji lêkera ”bûyin”´ê nexwe ne/nin;

Vê leyistika hanê ya Amedîya/Batmanîya/Farqînîya ye.

Van leyistikên hanê yên  Amedîya/Batmanîya/Farqînîya ne.

Yên zaroka ne/nin(rast in), dibin Yên zaroka+n ne/nin(ne rast in).

Taxa Amedîya ne(rast e), dibe Amedîya+n e(ne rast e).

        5- Bandora Soranî û Tirkî; Kurdekan/Tirkekan/Jinekan/Mendalekan – û Onlardan/Bunlardan/Kitaplardan/Çocuklardan/Şarkilardan …

[”kan-an-n” / ”dan-an-n”] li ser ”Kurmancîzana” bandorekî danîye.

            Bi hin mînakên tevlihev yên rast û rastnivisa, li gor rêzimanê    

            ”Kurmancî”; Formatên li ser yekane, pirane û hwd.;

Yek zarok – Zarokekî – du zarok – deh/bîst/sed zarok …

Min zarokekî/keçikekî/kurikekî dît. Min du zaroka/keça/kura dît.

a- Wê keçikê – Wî kurikî – Wan keçika/kurika …

b- Wê keçika rind – Wî kurikê qeşeng – Wan keçikên/kurikên hanê …

c- Ez zarokekî dibînim. Ez du zaroka dibînim.

d- Ez wan zaroka dibînim. Ez wan zarokên taxa me dibînim.

e- Ma te wan Amedîya dît? Ma te wan govendgerên Amedê dît?

d- Kuro! de canbazîya Tirka/Kurda/Ereba û trajedîya Kurda neke lo!

e- Ez goreya/pirtûka dikirim. Ez wan goreyên/pirtûkên nû dikirim.

f-Vê helbesta hanê ya Feqîyê Teyra ye. Van helbestên hanê yên Feqîyê       

   Teyra ne/nin.

g- Min pirtûka ”Stranên Zaroka” dît û kirî.

h- Min wan pirtûka kirî. Min wê pirtûka zaroka kirî. Min wan pirtûkên      

    zaroka kirî.

i- Ez ji cîrana û ji cîrantîyê hez dikim. Cîranên me pir baş in.

j- Li van dera tenê Kurd najîn, ji Kurda pêştir gelên din jî dijîn.

      Bi kurtayî; Stranên Zaroka= Rast e.   –    Stranên Zarokan= Xelet e.

        ”n” ´ya di dawî ya van navdêra da zêde ne, ne rast in û şaş in.

         Ez hêvîdar im ku dê van mînakên kin û kirt têr bikin.

 

       Îlhamî Can

       [email protected]

 

Nerîna min :