Serxwebûn ji bo kurdan şert e

 

Di dîrokê de, bayê felekê her carekê ji alîyekî de tê. Her wekî din rojgirtin û hîvgirtin ji salê carekê ye. Hinek sterk, li dinyayê, carnan ji sedsalan carekê, tên dîtin. Ev, tev teqdîrin. Vêca qeder carnan di emrê însan de ya carekê li rûyê wî dikene yan  na.  Ji xwe temenê însanekî 70-80 sal e. Heke, wî şansî baş binirxîne; tenê,  ne xwe, paşeroja zarok û neviyên xwe jî xelas dike. 

Em werin ser qewm û miletan. Ji ber ku emrê miletan bi hezaran e, qeder carnan ji sed salî, carnan jî ji hezar salî carekê li rûyê wê miletê dikene. Heger ew milet wî şansî baş binirxîne, wê bi sed salan bandorê, bi her awayî li rûyê alemê bike. Heke wî şansî ji destê xwe berde, dibe ku heya hezar salî dîsa dor neyê jî. Û cefaya wê xetayê, wê demeke dirêj mensûbê wî qewmî, dê bikşîne.

Kurdan jî di dîrokê de dibe ku ji ber haletê wan ê çandî û civakî be jî pirên caran şans û fersendên xwe winda kirine. Di sedsalên 10emîn û 12emîn de Kurdan bandorek mezin bi taybet li alema Îslamê kirin. Bi awayekî navên van sedsalan, di nav dîroknasan de bûye “Dî Dîroka Îslamê De Sedsalên Kurdan”. Di van sedsalan de Kurd, di warê çand, huner, felsefe, siyaset û zanistê de, xwe gelek pêş de birine.

Her wekî di vê serdemê de weku Ebu’l Fîda, Îbn-î Atîr, Îbn-î Şeddadî û weka İbn-î Quteybe, dîroknas; weku Suxrewerdî û Eyn-el Qudat Hemedanî, feylosof;  gerokên weku Îbn-î Fedlan; weku Safiyuddîn Urmewî û Mihemmed Îbn-î Katib Erbîlî, muzîkolog; weku Îbrahîm, Îshak Mawsîlî û Zerîyab muzîsyen; weku mîmar û muhendîs Munîs; weku matematîkzan û astrolog Muhyeddîn Axlatî; jînenîgarîst İbn- Xalîkan;  ansîklopedîst Îbn-î Nedîm; zanayê piralî û bêhempa Ebu Henîfe Ahmed Dînawerî, bi taybet edîbên Kurd Baba Tahirê Uryan, Eliyê Herîrî Û hwd… dexistine. Di warê siyasî de jî weku dewleta Fedlawî, Deylemî, Hasnawî, Hazbenî, Şeddadî, Merwanî, Eyyubî Û hwd… ava kirine. 

Li gorî min, di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de felek li ruyên kurdan dîsa mizicî, lê Kurdan berê xwe ji bayê felekê guherandin. Miletên Osmanî yek bi yek ji Osmaniyan veqetiyan. Kurdan, veqetandin qabûl nekirin. Seyyîd Evdilqadir û Seîdê Kurdî, ev xwestina veqetandinê, weku bêdilsoziyek nirxandin. Emîn Elî Bedirxanî û Cemîlpaşazade, tereftarên dewleta Kurd a serbixwe  bûn. Lê mixabin ev kesana, weku kesên bêbasîret û bêferaset heta weku mirovên di nava îxanetê de, hatin dîtin. Lê bele çi bû, Emîn Elî Bedirxan û Cemîl Paşazade reviyan derve. Seîdê Kurdî paşnavê xwe guherand kir Saîdê Nûrsî jî dîsa xilas nebû, niha gora wî jî ne diyar e. Seyyîd Evdilqadir û hevalên xwe jî li Diyarbekirê hatin darde kirin, gorên wan jî ne diyar e.

 Kurdan bi birayên xwe yên Tirk re dewletek ava kirin. Bi navê Komara Tirkiyê. Hem jî dewleteke laîk, nîjadperest. Di vê dewletê de tenê Tirk hebûn, yên ku ne Tirk bûn, tenê mafekî wan hebû: Xulamtiya jî Tirkan re. Di vê dewletê de Tirkek bi hemberî dinyayêke bû. Kurdan bi xizmet û xulamtiyê ew dewlet, xurt û mezin kirin.

Di sedsala 21emîn de piştî xebateke dirêj, Kurd dîsa li her derê dinyayê li ser piyan e, ji her demê zêdetir nêzî serfirazî û serkeftinê ne. Çawa ku nêzî serkeftinê, ne wisa nêzikî di kokê de windakirinêne jî. Xweda bisitirîne, heke siyasetek tewş bimeşînin dibe ku dawiya xwe jî bînin. Lazim e Kurd siyaseteke bi giranî û aqilmendî bimeşînin. Hevûdu neêşînin, bi taybet hezên navnetewî ji xwe aciz nekin “bi rêbazeke, kar bi kar” bimeşînin. Di şerê Kobanê de hat fêm kirin ku Kurd bi taybet desteka xwe, ji xwe û ji hêzên navnetewî negirin, ne hêsan e ku bi serkevin. Kurd lazim e dinyayê îqna bikin, li Başûr û Rojava, dewletên xwe ava bikin. Her çiqas li Kobanê şerekî dijwar li hember DAÎŞ’ê dan jî, ji ber ku dewleta wan tune bu ev qezencên şer, li ser navên miletên din tê nivîsandin. Wek mînak di 22.01.2015an de li Londrayê 21 dewlet ji bo DAÎŞ’ê li hev civiyan. Lê sed mixabin Kurd nehatin vexwendin. Çima? Çimkî ne dewlet in, mafê wan ê temsîliyetê nîne. Her çiqas Barzanî lome ji Emerîkayê kir jî, berdevkê Emerîkayê got: Nunerên Îraqê, temsîlkarê temamê gelên Îraqê ye. Nexwe federalîzm jî bes nîne. Serxwebûn şert e. 

Li gorî ku min fêm kirî, tevgera siyasiya Kurd a Tirkiyeyê, hay û bala wê li dewleta Kurd û Kurdîstanê nîne. HDP dixwaze Kurd entegreyê Tirkiyeyê bibin, Tirkiye jî bibe dewletek demokratîk û bibe dewletek mezin a dinyayê. Yanê Kurdan çawa ev dewlet ava kirî, pêwîst e hinek din jî pêş de bibe û bike dewletek herî maqûl û demokratîk. Ne bes e dixwazin Sûriyê jî têkin dewleteke demokratîk. Heke ev helwest konjokturel be mûteber e, ne konjokturel be xeter e. Halbikî divê Kurd herî hindik ji xwe re muxtariyetê an jî fedralîzmê bixwazin. Ne ku, wê demê hukumeta AKP’ê heqdar e ku dibêje lazim e PKK dev ji çekan berde. Çimkî ji bo mafên yasayî, huqûqî û demokratîk, pêwist nîne ku şerê çekdarî bê meşandin.

Di dawiyê de ez temamên şervanê Kurd û Kurdistanê û dostên Kurd û Kurdistanê pîroz dikim. We tevan bi hev re dest bi nivîsa destanekê kir, daxwaza min ew e ku ev destan li ser xêrê bi dawî bibe. Dîsa ez van lehengan şiyar dikim, Heke DAÎŞ bi temamî mexlûb bibe. Mexlûbiyeta DAÎŞ’ê neyînin bi wateya mexlûbiyeta Îslam û misilmanan. Belkî dikarin bikin wesîleya azadî û serfiraziya Îslam û misilmanan jî.

XULASEYÊ KELAM, WESSELAM

   02.02.2015

Ziyaeddîn EMBARΠ     

 

 

 

Nerîna min :