Dosya

Pêşmergeyek 200 hevalên xwe rizgar dike

 

Pêşmergeyê bi navê Cemal Mihemed li mihwerê bendava Musilêl bi tanga xwe rê li pêşiya tankekî bombebarkirî ya DAIŞ ku hewl dida xwe di nava hêzên pêşmerge de biteqîne digre û xwe tevî 2 hevalên xwe dibin mertal û jiyana 200 hevalên xwe ên pêşmerge ji şehîdbûnê rizgar dikin.

Cemal bavê 2 zarokane û li fewca piştevaniyê 1 pêşmergeye. Cemal dibêje ew bi tanga xwe rêgirî li tanka bombebarkirî ya DAIŞ dike û rê nade ku ew xwe di nava pêşmergeyan de biteqîne.

Di hevdîtineke taybet de pêşmerge Cemal Mihemed Salih çîroka xwe ji malpera Xendanê re vedibêje û behsa wê kêlîkê dike û dibêje: Piştî şerê li nêzîkî gundê Til Xidirê li mihwerê bendava Musilê ku têde 12 termên terorîstên DAIŞ bi cî man, ew demê ku pêşmerge kom bibûn û mijûlê wê yekê bûn ku nanê xwe bixwin û amadekarî bo êrişa li ser hinek girên dinê bikin dikirin, ez li nava debabê bûm ku ez bi xwe lê berpirs bûm û di xeta pêşî a şer bûm, girek li wî cihî hebû ku dikete pêşiya me û ji me ve diyar nebû ku ew tanka bombebarkirî jê dihat heta ku ji meve nêzîk bû û ji nişkêve li pêşiya me derket. Ez li gel 2 pêşmergeyên dinê bi navê (milazim Serwan û Ezîz Îsmaîl) li nava debabê bûn, dema ew tanka bombekirî nêzîk bû ji aliyê hêzên pêşmerge ve bi hemû curên çekan teqe lê hat kirin lê belê tu bandor lê nekir, her weha gelek pêşmerge jî ku li paş bûn û mijûlê nan xwarinê bûn haya wan ji wê tanka bombebarkirî ya DAIŞ`ê nebûn, her weha debabe (tanga) me jî top têde hazir nebû û heta me top bixista lûleya wê em dereng diketin, ji ber vê jî ez û li gel herdu hevalên xwe me biryar da ku em bi tang (debabeya) xwe rêgirî li tanka bombekirî bikin, em bi debabê çûne ser rê daku em pêşî li wê tankê bigrin ta neghîje nava hêzên pêşmerge û xwe biteqîne.

Cemal got: Ew rêya ku tank jêve dihat ax û teng bû, min jî ku ez şofêrê debabê bûm min berê tanga xwe zîvirand û berve tanka bombebarkirî ve çûn, tankê hewl da ku xwe li pêşiya min bide aliyekî taku bighîje nava pêşmergan û armanca xwe bi cî bike lê min rê lê girt û min debabeya xwe li tankera bombekirî xist û teqiya, her çar dewrûberê me bû agir, wê kêlîkê min serê xwe nizim kir min xiste nava lingên xwe, min hest kir ku agir girtiye serê min , piştre ez li nava debabê derketim derve min dît hevalên min bi selametin , tanga me jî her dişûxilî, wê kêlîkê min hizir kir ku DAIŞ piştî teqînê êriş bike jiber wê jî min debabeya berve hêza pêşmewrge ve zîvirand. Min got ez debabeya xwe bi cî nehêlim û min bir navenda pêşmerge.

Wî pêşmergeyî ew jî diyar kir ku di dema teqînê de tirsa wî ewbû ku debabeya wî jî biteqê jiber ku 35 top di nava tabgê de hebûn û dema ew dighîje nava pêşmergan wî yekser radikin bo nexweşxaneya Duhokê.

Xendan, pirsyara wê yekê ji Pêşmerge Cemal kir ku behsa ew kêlîka ku debabeya wî berve tankera bombebarkirî ve diçû bike. Cemal got: Dema ez berve tankerê ve diçûn çi tirsek di dilê min de nebû, çûnkî min bi dîqet temaşeyî tankerê dikir. Tê bîra min rengê wê xakî bû, lê belê hawîrdora wê zirxkirî bû heya bi şûşeya wê ya pêşî jî diyar nedibû min dît yek kes li nava tankerê bû. Wê kêlîkê min şehadeya xwe hilanî û min hest kir ku jiyana min û hevalên min temam bû. Jiber wê jî piştî teqînê ez rabûm ser xwe min bawer nedikir ku ez saxim.

Cemal behsa kêlîka vegera xwe bo malê jî dike û bi rûyekî biken dibêje: Ez gelekî kêfxweşbûm bi dîtina malbata xwe û ew jî kêfxweşbûn bi dîtina min, herdu kurên min xwe avêtin hembêza min, ewqasî bîra min kiribûn şer li ser wê yekê dikirin ku bi şev li gel min bixewin.

Bavê pêşmerge Cemal, Mihemed Salih Dolemerî jî çîroka wê rojê ji Xendanê re ragihand û got: Tişta ku herî zêde ez êşandim, herdu kurên Cemal ku hîna zarokin hest bi tiştekî kiribûn û hatine ba min û ji min re gotin: “Babo, DAIŞ`ê serê babê me birriye? ” min xwe negirt û ez gelekî giriyam.

Bavê Cemal dibêje: 6 kurên min pêşmerge ne û li bereya şer in, ez şanaziyê bi wan dikim, ez gelek kêfxweşim ku kurê min Cemal kariye canê komek pêşmerge ji mirinê biparêze û wan rizgar bike.

Emîn Ehmed/Xendan

 

 

 

Back to top button