Bexdayê daxwazên kurdan qebûl kirin
Parlamentoya Îraqê di civîna xwe ya îro (29.01.2015) de, pirojeqanûna budceya giştiya sala 2015ê ya Îraqê pesind kir û hemû daxwazên kurdan di wê qanûna budceyê de cî digirin
Parlamentoya Îraqê pişka herêma Kurdistanê ji budceya giştî 17%, budcdeya taybet bo hêzên pêşmergeyê Kurdistanê, petrodolar û destheqê kompaniyên neftê yên li herêma Kurdistanê kar dikin di nav budceya giştiya Îraqê de pesidn kirin.
Weke tê zanîn ev cara yekemîne parlamnetoya Îraqê van daxwazên kurdan di qanûna budceya giştiya Îraqê de bi awayekî zelal û vekirî pesind dike.
Jiber nakokiyên navbera aliyên siyasiyên îraqî û bi taybetî nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hikûmeta Îraqê sala 2014ê bê budcea derbas kir û û serokwezîrê berê yê Îraqê Nurî Malikî budceya herêma Kurdistanê û miaşê karmendên Kurdistanê qut kirin.