Polîtîk
Mesrûr Barzanî : Îro 200 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
Şewirmendê Civata Ewlekariya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Eniya Diclê derbarê operasyona li herêma Wankê li dijî rêxistina DAIŞê civînek çapemenî pêk anî. Barzanî wiha got: “Di encama şerê îro de 200 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”
Mesrûr Barzanî da zanîn ku îro li dijî rêxistina DAIŞê operasyonek berfireh dest pê kir û got: “Hêzên Pêşmerge deverek dîrejiya wê 40 kilometre û firehiya wê jî 15 kilometre kontrol kir. Pevçûn hêj didomin.”
Barzanî anî ziman ku DAIŞê bi wesayîtên bombekirî 14 caran êriş kir lê balafirên hevpeymaniya navdewletî ji wan wesayîtan 3 û pêşmerge jî her 11 yên din hêj negihîştin armanca xwe têkbirin.