Helwesta hikûmeta Kurdistanê li ser kantona Şingalê
Civata wezîrên herêma Kurdistanê bi daxuyeniyeke nivîskî pêngavên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên ji bo avakirina îdareke siyasî li devera Şingalê red dike û wê pêngava PKKê bi pêngaveke nedestûrî, neqanûnî û destêwerdan di karûberên herêma Kurdistanê de wesif dike.
Ev li jêr teksta daxuyaniyê:
Devera Şingalê piştî êrîşên terorîstiyên DAÎŞ, ji roja 03.08.2014ê de were di rewşeke dijwar de dijî ku nuha jî hemû gelê Kudistanê weke birîneke nû di laşê Kurdistanê de li komkujî û revandina jinên kurdên êzidî dinêr in.
Her ji ber wê birîna dijwar, birêz Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û fermandarê giştiyê hêzên pêşmerge, bi xwe dîrekt serperiştiya pilan û êrîşên hêzên pêşnmerge li dijî çekdarên DAÎŞ li wê deverê kir û dike. Hikûmeta herêma Kurdistanê jî bi hemû îmkanên xwe ji bona dihewarçûna xelkê deverê, lêqewmiyan û vegeraindina keç û jinên kurdên êzidî ku, heta nuha jî hijmareke zêde di destên terorîstên DAÎŞ de ne, xebitiye. Hikûmeta herêma Kurdistanê bi rêya komîteyeke taybet lêdixebite komkujî û revandina bikom li wê deverê ku, enfaleke nû ye li hember kurdên êzidî encam daye bijênosîda li ser astê navdewletî bide nas kirin.
Em, weke civata wezîrên herêma Kurdistanê, sipasiya şervanên Yekîneyên Parastina Gel dikin ku her ji destpêka êrîşên DAÎŞ ji bona rizgarkirina kurdên koçberên devera Şingalê alîkariya pêşmerge kiriye, lê em li gor qanûn û destûrê radigehînin ku pêngava Partiya Karkerên Kurdistanê di roja 14.01.2015ê de ji bona avakirina encumenek û îdareyek bo devera Şingalê, bi karekî neqanûnî û bervajiya destûr û qanûnên karpêkiriyên Kurdistan û Îraqê dibînin û ew destêwerdan di karûbarên Kurdistana Îraqê de nayên qebûlkirin û divê Partiya Karkerên Kurdistanê bi timamî ji wê destêwerdana karêbarên Kurdistana Îraqê dûr bikeve. Çênabe miamileya siyasî û hizbî bi derdeseriyên wê devera birîdara bê kirin, ji ber hindê ew pêngav karekî neqanûnî ye û dê bibe sedema dirustbûna aloziyên siyasî û îdarî.
Herêma Kurdistan û Îraq xwedî sazîyên destûrî û şeriyên xwe ne, kurdên êzidî û devera Şingalê xwedî nûnerên xwe ne di parlamentoya Kurdistanê, parlamnetoya Îraq û civata wîlayeta Nînewayê de. Jiber hindê her karekî nuha û di paşerojê de bê kirin divê bi rêya saziyên şeriyên herêma Kurdistan ê û Îraqê bo devera Şingalê bên kirin, ne bi rêyên neqanûnî û destêwerdanên nepersindkirî. Em li civata wezîrên herêma Kurdistanê lêdixebitin ku, hevkariya xelkê parçeyên din yên Kurdistanê digel devera şinaglê û deverên din yên Kurdistana Îraqê, bibe sedemê baştirbûna têkeliyan û baştir lihevnêzîkbûn, ne dirustbûna nakokî û aloziyan, em daxwazê ji Partiya Karkerên Kurdistanê tê dikin demldest ew pêngavên neqanûnî li herêma Kurdistanê rawestîne.
Em li vêr tekîdê li ser daxuyaniyên birêzan Mîrê kurdên êzidî û kesatiyên olî û kesatiyên kurdên êzidî dikin ku, ew destêwerdan dê bibin sedemê aloziyan li devera Şingalê û di encam de Kurdistana Îraqê û devera Şingalê dê jê zerermend be, ji ber hindê divê dawî bi pêngavên bi wî awayî bê.
Hêzên pêşmerge li ser bitimamî kontrolkirina devera Şingalê berdewamin û hikûmeta herêma Kurdistanê li ser alîkarîkirina xelkê deverê û avadankirina wê devera xweştivî berdewam dibe, ji bona vê yekî jî, em digel hikûmeta federalya Îraqê di tevgerê de ne.
Civata wezîrên herêma Kurdistanê wê pêşniyarê ku daxwaz tê kirin Şingal bibe wîlayeteke din a herêma Kurdistanê lêkolîn dike û ev jî bi awayekî qanûnî û destûrî û li gor rênîşanderên qanûnî û destûrî, digel hikûmeta federaliya Îraqê dê bê behis kirin, hemû danûstandin li ser wê pêşniyarê bi agadarî û beşdariya civata wîlayeta Nînewayê dibe.
Civata wezîrên herêma Kurdistan
17.01.2015