Civak
Hêzên Pêşmerge bi tundî li DAIŞê dan
Fermandarê Fermandeya Helgurd ragihand ku, li eniya Başîkê tevgera DAIŞê zêde bûye, lê ji tirsa Hêzên Pêşmerge û balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî nikarin êriş bikin, ji ber ku berdewam li wan didin.
Musa Gerdî Fermandarê Fermandeya Helgurd ji KDP.info re ragihand: “Di çend rojên borî de, li eniya Başîkê tevgera DAIŞê zêde bûye û hêz ji wan re hatiye, lê nikarin êriş bikin, ji ber ku Hêzên Pêşmerge û balafir berdewam li çeperên wan didin û ziyanek mezin digihînin wan terorîstan.”
Gerdî wiha got: “Beriya 2 şevan, çekdarên DAIŞê xwe nêzîkî çiyayê Başîkê kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi dijwarî li wan dan û ziyanek mezin gehandin wan terorîstan.”