Sofiyên Kurdistanê dijî Daîşê xwepêşandan kirin
Hejmarek sofî yên ser bi terîqeta Neqşebendî, li dijî selefiyên Başûrê Kurdistanê xwepêşandanek li dar xistin û ragihandin ku bîr û hizra selefiyetê wiha kiriye ku hejmarek xort û lawên Kurdistanê biçine nava Da’îş.
Xwepêşandana sofiyên Kurdistanê li nav mizgeft û xaneqaya Mewlana Xalîdê Neqşebendî ya li bajarê Silêmaniyê birêveçû. Yek ji mamostayên olî ragihand û got: “Li vir selefî serdana mezara kesayetiyên baş bi kufr û şîrk dadinên, Da’îş jî li wir wan deveran diteqînin, ew dibêjin zîkir û yadkirina pêxember divê bê rakirin, li wir jî Da’îş qedexe kiriye û her kesek bixwîne tê destgîrkirin”.
Li gor nêrîna wan mamosteyên olî fetwadan ji bo bi cîhkirina wan rêwşuwênan tirsnake, ku li Kurdistanê tê dayîn. Eger li Kurdistanê selefî desthilata xwe hebê, heman tiştên ku Da’îş dike li vir jî dê wî bikin.