Me qetliyama Meraşê ji bîr nekiriye
Di sala 1978 an de bi taybetî li bajarên wek Meletye, Sêwas, Ezirgan, Xarpît û maraşê ku piraniya niştavanên wan ku Kurdê Elewî û Sunnî ne çalakiyên provakatîv yên cur be cur hatine kirin. Heta roja 12 meha çileya pêşîn ku bombeya dengê avêtin sînemaya Çîçek li Meraşê û propagade kirin û gotin ”Komumîstan bombe avêtiye sînemayê.”Armanca derxistina şerê Sunnî û Elewî, alozî û nearamiyê, ew bû ku ji bo daxistina hukumeta sivîl û zemîna anîna hukuma Eskeriyê xweş bikin.
Di dawiyê de tiştên ku hatibû plankirin çê bû. Di rojên 19-26` Çileya pêşîn de li bajarê Meraşê qetliyam pêkanîn. Li gor reqemên fermî di 111`e bûyeran de 150 kes bi şewatê, bi gulebarankirinê û bi serjêkirinê hatin Qetilkirin.Pêvîste bê gotin ku di qetliyama Meraşê de dezgeha îstixbaratê MÎT û polês, di şûna ku bergirî li qetliyamê bikin, berevaciyê wî ji bo qetliyamê bûn alîkar. Vê yekê berdevkê hukumeta wê demê bi îdeaya ku MÎT´ê di heqê bûyerên Meraşê de hukumetê agahdar nekiriyê teyîd dike. Ev jî tê wê wateyê ku li pişt van bûyeran û li pişt qetiyama Meraşê hêzên tarî ango dewleta kûr hebû ye.
Dewleta kûr, nijadperestan ango Ulkuciyan li dijî kesên çep û demokratan, sunniyan jî li dijî bawermendên Elewî sor dikir. Di nav civatê de alozî derdixist û dixwestin li Meraşê, vê aloziyê wek nakokiya Sunnî û Elwî nîşan bidin. Lê di rastiyê de ne usa bû, qetliyam bi her ewayî organîzekirî bû. Bûyerên provakatîv li seran serê Tirkiyê dihate kirin.
Bîlancoya qetliyamê, 150 kes hate kuştin, qasî 200 malên Elewî hate xerabkirin û bi dehan dukan hate wêrankirin.
Îro li ser qetliyama Meraşê 36 sal derbas bû. Lê heta nuha jî birîna Meraşê nehatiye pêçandin. Ji bo çareserkirina pirsa Kurd û pirsa Elewî, xên ji maqîyajê tu gavên ciddî nehatiye avêtin. Hîn jî siyaseta yek dewlet, yek millet û yek al hukum dike.
Li Tirkiyê her hukumeta ku tê ser hukum, DADGEHÊ, dozger û dadwerê li gor berjevendiya xwe dizayin dike. Tiştê ku îro hukumeta AKPê dike jî ew e.
Ji bo bi destxistan maf û azadiyan tenê riyek me heye. Demokrasî maf û azadî nayin, dayin tê girtin. Ev jî bi hêza gel dibe. Loma jî divê partî û hêzên Kurdistanê li ser programek pê bawer bên cem hev û li Kurdistanê yekitiyek demokratîk û netewî pêk bîne. Ji bo bi destxistan demokrasi, maf û azadiyan jî, li seran serê Tirkiyê, bi hêzên demokrat yê tirkiyê re di nav tev xebatiyê dabe.
Me qetliyama Meraşê ji bîr nekir û ji bîr nakin!
19.12.1978
KOMKAR.eu