Polîtîk

PAKê li Wanê resepsiyonek pêkanî

Li Wanê resepsiyona  PAKê lidarket

Li Wanê resepsiyona PAKê bi girseyî û bi coşeke mezin bi dawî hat.

Resepsiyon bi beşdariya ji 500î zêdetir Kurdistaniyan lidarket.

Resepsiyon, bi mustewa û rengên beşdarên xwe ve jî  gelekî balkêş bû. 

Gelek partî, rêxistin, sazî ,dezgehên çapemeniyê û şexsiyetên Kurd û Kurdistanî  yên Wanê beşdarî resepsiyonê bûn.

Serokê Giştî yê PAKê Rêzdar Mustafa Özçelik di resepsiyonê de ewilî bi Kurdî, paşê jî bi Tirkî axaftinek kir.Serokê PAKê bi van gotinan dest bi axaftina xwe kir ‘’ Zarokên Behra Wanê, kulîlkên Sîpanê Xelatê, xezalên Çiyayê Nemrûdê, xuşk û birayên delal,  bi hestên xwe yên Kurdistanî ve , merheba ji we re.’’. Paşê weha  berdewam  kir. 

‘’ Îro, pêşmergeyên qehreman, gav bi gav ber bi Şingalê ve diçin.Û Şingal dê rêzgar bibe, cejna xuşk û birayên me yên Êzidî, dê bibe cejna rastî. Em hêvî û bawer dikin ku, rizgarbûna Şingalê, dê mizgînî û destpêka serxwebûna Başûrê Kurdistanê be jî. Silav ji we re ey pêşmergeyên qehreman.  Serfermandarê Pêşmergeyan, Serokê Herêma Kurdistanê, Rêzdar Mesûd Barzanî , rêz û silav ji cenabê te re.

Îro birayên me li Kobanê jî li himberî DAIŞê bi xwîn , bi can , bi dil li berxwe didin. Şervanên YPGê li Kobanê li dijî DAIŞê bi hevkariya birayên xwe yên pêşmerge  berxwedaneke welatperwerane pêk tînin. Ji Wanê heta Kobanê, silavên Kurdistanî  ji we re, birayên delal. Berxwedana we , berxwedana me ye.’’

 Hinek partî û saziyên ku beşdar bibûn ev in.

HAKPAR,PDK –BAKUR,DBP, HUDAPAR, HEREKETA AZADÎ,  OZE DONUŞ PLATFORMU,TEVGER, NUBIHAR, MAZLUMDER,KOMELEYA 78îyan, KOMELEYA ESNAF Û SANATKARÊN WANÊ, KOMELEYA MALÎ MUŞAWÎRAN, ANKA KULTUR MERKEZÎ, KOMELEYA ERÛHİYAN,MUXTARÊN 10 MEHELEYÊN WANÊ Û û gelek şexsiyetên navdar yên Wanê  beşdarî  resepsiyona PAKê bûn. 

Herweha serokê PAKê Mustafa Ozçelik di resepsiyonê de axavtinek jî kir.

Axaftina Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) Mustafa Özçelik ya di resepsîyona Wanê de:

Zarokên Behra Wanê, kulîlkên Sîpanê Xelatê, xezalên Çiyayê Nemrûdê, xuşk û birayên delal,  bi hestên xwe yên Kurdistanî ve , merheba ji we re.

Kedkar û dilsozên Partîya Azadîya Kurdistanê yên Wanê, spasiyeke ji dil ji we re, ji bo vê ked  û xebata  we ya hêja.

Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)  çemeke ku  Ji Bircên Diyarbekirê  heta Kela Wanê diherike. Ev çema dê  axa Kurdistanê bi hest û baweriya  azadîyê ve av bide. Evîna Behra Wanê  evîneke di dilê  hemû  Kurdistaniyan de ye. Ev  çem  ber bi vê evînê ve diherike…Emê bi vê evîna xwe birîna 33 guleyan bipêçin.  Roj dê were , li Kurdistaneke  Azad de,  li Bircên Diyrbekirê û li Kela Wanê  dê  Ala Kurdistanê bi serfirazî  ba lê bide.  Û tu kes dê nikaribe rê li ber vê bigire. 

Mêvanên birûmet, dost û hevalên hêja

Îro, pêşmergeyên qehreman, gav bi gav ber bi Şingalê ve diçin.Û Şingal dê rêzgar bibe, cejna xuşk û birayên me yên Êzidî, dê bibe cejna rastî. Em hêvî û bawer dikin ku, rizgarbûna Şingalê, dê mizgînî û destpêka serxwebûna Başûrê Kurdistanê be jî. Silav ji we re ey pêşmergeyên qehreman.  Serfermandarê Pêşmergeyan, Serokê Herêma Kurdistanê, Rêzdar Mesûd Barzanî , rêz û silav ji cenabê te re.

Îro birayên me li Kobanê jî li himberî DAIŞê bi xwîn , bi can , bi dil li berxwe didin. Şervanên YPGê li Kobanê li dijî DAIŞê bi hevkariya birayên xwe yên pêşmerge  berxwedaneke welatperwerane pêk tînin. Ji Wanê heta Kobanê, silavên Kurdistanî  ji we re, birayên delal. Berxwedana we , berxwedana me ye.

Mêvanên Hêja

PAK dengê dilê gelê Kurdistanê ye. Dengê bêdengan e.Dengê bi  milyonan Kurdistaniyan e.Em wî dengî dibihîzin û emê wî dengî bigihînin temama cîhanê.Ev  dengê ji dilê gelê me yê pak difûre, dê bibe dengê azadiya Kurdistanê.

Belê PAK bi vê bîr û baweriyê bi rê ketiye.

Wek hûn jî dizanin, Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) piştî îlan kirina xwe, li Stenbolê û li Amedê du resepsiyon pêk anîbû. Niha jî em li Wanê, resepsiyona sêyem lidar dixin.Wan wek bajar cîhekî xwe yê taybetî di têkoşîna gelê mede  û herweha di xebata partiya me de heye. Em bawer dikin ku, heger dîroka partiya me bê nivîsandin, dê cîhekî taybetî yê Wanê di vê dîrokê de hebe. PAK li Wanê xebateke xwe ya pak he ye û dê rêyeke pak jî ji welatê me re veke.

PAK hêjayî û nirxên neteweyî û dîrokî ji xwe re kiriye bingeha esasî û bi vê bîr û baweriyê bi rê ketiye.Ev nêzî du salan e ku me li ser esasê meşrûiyetê xebata xwe meşandiye. Piştî vê xebatê me PAK ava kiriye.Û ewê xebata xwe her dê li ser rêya meşrûiyetê bidomîne . Lê me got emê wek partiyeke fermî jî serîlêdana xwe bikin. Û me di roja 17.11.2014 an serîlêdaneke resmî li Wezareta navxweyî kir. Lê wezaretê belgeya me ewilî neda me.Paşê piştî 24 rojan, me belgeya xwe wergirt.Niha em hem wek partiyeke meşrû , hem jî wek partiyeke fermî xebatên xwe dimeşînin. 

Belê  PAK partiyeke ku ji aliyê dewletê ve jî êdî wek resmî  hatiye qebûl kirin, êdî bi  bernameya xwe behsa çarenûsiya miletê Kurd dike. Êdî partiyeke fermî,  wê aqiliyeta Dewleta Tirkiyê ya ji ‘’ yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’ pêk hatî red dike ; behsa miletê Kurd, behsa Kurdistanê dike.

Helbete ku gava em behsa van tiştan dikin, em dîrokê ji xwe destpê nakin . Miletê Kurd jî,  Kurdistan jî , ne îcadeke PAKê ye û ne îcada wan kesên ev 200 sale doza azadiyê dimeşînin e. Ev rastiyeke   etnîkî ye,  ya erdnîgarîyê  ye, ya dîrokî ye.

Êdî tu program, fikir û projeyên ku hebûna miletê kurd û Kurdistanê paşguh bike, nikare wek berê ,di jiyanê de ji xwe re cîhekî bibîne. Guherînên li cîhanê pêk hatine, pêşketin û guherînên li welatê me û herêmê  rûdane, êdî hebûna miletê Kurd û Kurdistanê , doza  azadîya Kurd û Kurdistanê wek aktorekî sereke di navenda meseleyên Rojhilatê de bi cîh kiriye. Êdî nexşeya herêma rojhilata nêzîk û rojhilata navîn dê ji nû ve bê danîn.

PAK bi awayekî zelal îlan dike ku, Miletê Kurd jî wek hemû miletên cîhanê , mafê xwe yê dewletbûnê he ye. Mafê çarenûsiya xwe he ye. Li bakurê Kurdistanê, şirîkatiyeke li ser esasê wekheviyê , şirîkatiyeke federalî dikare bibe şiklê vê çarenûsiyê. Em dikarin tecrûbeya başûrê Kurdistanê ji xwe re wek nimûne wergirin. Pêkhatina vê rêyê, bi giştî bi helwest û siyaseta Dewleta Tirkiyê ve girêdayî ye. Heger dewlet amadeyî şirîkatiyê be helbete ku em jî amade ne. Lê na heger Dewleta Tirkiyê her bibêje ‘’yek dewlet, yek milet, yek welat, yek al’’, helbete  miletê Kurd û gelê Kurdistanê  jî mafê wê heye ku, rêyeke wek konfederalî  an jî serxwebûnê ji xwe re  bibijêre.

 Mêvanên rêzdar,

Dewleta Tirkiyê di vê siyaseta ku ev 90 sale dimeşîne de xetimî ye.Êdî ew siyaseta ‘’yekrengîtiyê’’ tu rê têde nemaye.Ji ber wê jî dewlet dixwaze bi awayekî , xwe ji vê tengasiyê xelas  bike. Wek proje jî , li şûna siyaseta ‘’Tirk-îslamiyetê’’, dixwaze  siyaseta ‘’’Neo Osmaniyetê’’ an siyaseta ‘’Tirkiye-îslamiyetê’’ bicîh bike. Ev hewlên dewletê jî, dê negihêje armana xwe. Êdî tu projeyên ku  hebûna Kurdistanê û hebûna miletê Kurd qebûl neke, dê nikaribe kesî bixapîne û biserkeve, dê nikaribe bibe rêya çareseriyê.

Mixabin, ew siyaseta dewleta Tirkiyê ya 90 salî bi yekrengîtiyê berdewam e, hîna jî wek bingeh di aqiliyeta dewletê de xwe parastiye. Jiber wê jî, her gaveke ku hewl dide rêya azadiyê û demokrasiyê veke, li vê siyaseta yekrengîtiyê dihilkume. Jiber vê jî heta ev aqiliyet neyê guhertin, ne jibo Kurdistanê tenê, jibo Tirkiyê jî rêya guhertinê gelekî zehmet e, heta ne mimkun e jî.

Îro ev dan û stendinên di navbera PKKê û dewletê  tê meşandin jî, ji ber vê aqiliyeta yekrengîtiyê, her dixetime, pêşve naçe. Û mixabin heta nuha jî kes nizane ka bi van hevdudîtinan re, dê çi bê çareserkirin.

Helbete ku, jibo careke din şer destpê nebe, berpirsiyarî dikeve ser milên dewletê jî, yên PKKê jî.Û divê bi her awayî rê li ber provakasyonan bê girtin. Lê divê dewlet jî baş bizanibe ku, mesele ne meseleya ‘’bêçek kirina PKKê’’ ye. Mesele meseleya çareserkirina pirsa Kurd û Kurdistanê ye. 

Dewleta Tirkiye, divê dest ji siyaseta xapandinê, wextê dirêj kirinê û meselê şêlû kirinê berde.Divê bêyî ku şerd û şirûdan deyne, hin gavên acîl û pêwîst bavêje. Divê mafên neteweyî û demokratîk  yên miletê Kurd bêne qebûl kirin û di qanûn û qanûna esasiyê de bêne bicîh kirin. Nabe ku van mafên bingehîn bi ‘’ rawestandina şer’’ an bi ‘’bêçek kirinê’’ ve bêgirêdan.Ev wazÎfeya dewletê ya esasî ûserekî ye. Rêya çareseriyeke rastîn jî dikare bi van gavan bê xweş kirin.

Pirsa Kurd û Kurdistanê ne bes pirsa dewletê û PKKê tenê ye. Jiber wê jî divê hevûdin dîtinên heyî, bêne berfireh kirin. Divê dor û berên Kurd û Kurdistanî yên siyasî, yên demokratîk yên berfireh bêne cem hevûdin. Temsîliyeteke neteweyî  bi hevre damezrînin û bi vî awayî bibine mixatabê  Dewleta Tirkiyê. Û wek aliyê sêyem jî divê çavdêr û garantorên navneteweyî  jî beşdarî van hevdîtinan bibin.

Mêvanên birûmet,hevalên delal,

Li rojavayê Kurdistanê  Mitabaqata Dihokê û pêkhatina TEV-DEM û ENKSê, jibo serkeftina gelê me yê Rojava, şanseke xurt afirandiye.Divê li Rojavayê Kurdistanê  îdareyeke hevbeş bê damezrandin. Yekitî dê rêya azadiyê jî veke. Piştgiriya pêşmergeyên Hikûmeta Kurdistanê ya jibo şervanên YPGê gaveke dîrokî ye. Divê hemû Kurd û Kurdistanî piştgiriya vê yekgirtinê bikin.Yekgirtina li Rojavayê Kurdistanê dê piştgiriya hêzên navneteweyî  jî xurttir bike. Ev jî dê serkeftinê nêzîktir bike.

Xwedîlêderketin û piştgiriya Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê  wazîfeyeke dîrokî û neteweyî ya hemû Kurd û Kurdistaniyan e.Ez bawer dikim ku, rizgar kirina Şingalê jî dê bibe destpêka dewleteke  konfederal yan serbixwe ya Başûrê Kurdistanê.

Li Rojhilatê Kurdistanê, li himber rejîma Îranê têkoşîna azadiya miletê me berdewam e.rejîma Îranê, bi sedan Kurd darvekiriye û hîna jî gelek kes hene ku dê bêne darvekirin.Divê hemû Kurd û Kudistaniyên cîhanê helwesteke yekgirtî li himber van darvekirinan bistîn . Divê neteweyên Yekbûyî û Yekitiya Ewrûpa jî, di vê derbarê de hinek biryarên  tûnd bigirin.Hemû parastvanên mafê mirovan yên cîhanê divê dengê xwe bilind bikin.

PAK dibêje welatê me ji aliyê etnîkî, civakî, dînî û mezhebî ve welatekî pirreng e. Divê em vê pirrengiyê gişî bikaribin di nav refên partiya xwe de bi rêxistin bikin. Ji ber wê jî PAK ne partiya şexsekî,  ya tradisyonekê,  ya çînekê,  ya etnîsiteyekê, ya dîn û mezhebekê ye. PAK partiyeke girseyî ya  hemû pêkhateyên Kurdistanê ye.

PAK dê bi rêyên sivîl, demokratîk û girseyî xebata xwe ya siyasî bimeşîne.

PAK beriya her tiştî , edaletê, azadiyê,wekhevîyê, demokrasî û pirengiyê dê di jiyana xwe ya navxweyî depêk bîne.

PAK jibo yekitîya neteweyî  dê herdem amade be, xebata xwe bimeşîne. Yekitiya neteweyî, divê li ser rêzgirtin, hevdu qebûl kirin, hezkirinê bê ava kriin.Divê yekitiya neteweyî wek pêwistiyeke zer^ürî bê qebûl kirin.Divê li ser vê aqiliyetê bê damezrandin.

PAKê, di destpêka xebata xwe jî gotiye ku, divê ew kes û dor û ber û potansiyela azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî, ya fikir û siayseta wan nêzî hevdû ne,divê bibin yek.Û îro jî PAK her li ser gotinên xwe ye.Divê em bibin yek.

PAK berdewamîya têkoşîn û xwebirêxistin kirina Kurd û Kurdistaniyan ya 100 salî ye. Hebûna rêxistinên Kurdistanî, temînata parastin  û azadiya  Kurdistanê ye jî.Divê bi tu awayî ev destkeftina em ji dest bernedin. Ew Ked û emeka 200 sale jibo azadiya Kurd û Kurdistanê tê dayin, dê bi rêxistin, dezgeh û partiyên neteweyî û Kurdistanî bê  berdewam kirin, bigihêje armanca xwe.

Bi van hest û bir û baweriyên Kurdistanî , careke din bi rêzdarî xêrhatina we dikim.20.12.2014

Mustafa Özçelik

Serokê Giştî yê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)

Back to top button