Cîhan

Ataturk nijadperest bû

Sala 1926î Ataturk li gel rojnama Los Angeles Examiner hevpeyvînek kiriye.

Hevpeyvîn ji aliyê Rojnemevanê Swisrî Emile Hilderbran ve hatiye çêkirin.

Di vê hevpeyvînê de Ataturk behsa 3 babetên balkêş dike. 

Besa darvekirina pêşkêşên kurdan û serhildanên Kurdistanê dike. Di vê derbarê de Ataturk dibêje: “ Ew kesên li Kurdistanê li himberê îrada cumhuriyetê serî hildan min hemî bi kulmek hêzên weke arvan hûr kir. Min zêdeyî 60 kesan ji wan darvekirin. Hêdî kesek nikare li himberê min serî rake.“

Ataturk behsa komkujiya Ermeniyan jî dike û dibêje:Paşdemayên partiya “Jon Turk“an bi milyonan kesên ne misilman  koçber kirin û kuştin..Ew ji vê yekê berpirsiyarin.

Ataturk nijadperestiya xwe jî eşkere dike û dibêje: Cumhuriyet di bedenek ciwan de xwedê daye.ji milletê me pêvetir tu miletek din di cumhuriyetê de najî..

 

Rojnama Los Angeles Examiner

Back to top button