Wezîrê şer ê DAÎŞê hatiye kuştin
Bi termê Wezîrê Şer ê terorîstên DAÎŞê re, gelek belge û dokumanên girîng jî ketine destên hêzên hevpeyman.
Medyaya Elmanyayê diyar kiriye ku van belgeyan, di bihara 2014an de bi dest xistiye.
Abdülrahman El Bilawî ku wezîrê şer ê DAIŞê bû, roja pêncê hezîrana 2014an di operasyonekê de hatiye kuştin. Di çeltikê wî yê taybet de gelek belge û dokuman jî ketine destên hêzên artêşa Kurdistan û Îraqê. Di wan belgeyan de proje û planên avakirina Dewleta Islamî hebûne. Herweha alîkariya diravî bi malbatên ku zarûkên wan di şer de hatine kuştin, yên ketine girtîgehan û alîkariya bi seqet û birîndarên şer re jî heye. Ji van zêdetir, dirav ji bo nexweşiyê jî dide kesên ku di binê desthelatiya wan de dijîn.
Di çeltikê wezîrê kuştî de gelek belge û nameyên ku çûne û hatine jî hebûne.
Belgeyên herî balkêş ev in ku lîsteya navê şervanên DAIŞê û lîsteya çekên ku ji wan re hatine, navê kesên xwekuj jî tê de cih girtine. Herweha telefonên xizmên şervanan jî ketine dest. Balkêş e ku piraniya şervanên DAIŞê dema hatine nêv axa Îraqê, heftiyek şûnde jî hatin ekuştin.