Pêşmerge Bakur re derbas bûn(Wene)
Dema pêşmerge ji Başûr derbasî Bakur bûyê, xelkê Kurdistana Bakur bi germî û giyanek netewî pêşwaziya pêşmergeyên Kurdistanê kir.
Ji 28.10.2014ê heta roja 29.10.2014ê kurd daketin kolanan evarê ranezan û man hêviya karwanên pêşmergeyan.
Li Silopî, cizîrê pêşwaziyên girsehî pêkhatin. Xelkê Kurdistana Bakur bi alayên Kurdistanê, weneyên Barzniyên nemir pêşwaziya pêşmergeyên Kurdistanê kirin.
Dema pêşmerge gihat Qoserê/Mêrdîn bi dehên hezaran li ser rê jib o pêşwaziya pêşmergeyên Kurdistanê amadebûn.
Hêjayê gotinê yeku, li gel hemû aliyên siyasî Tevgera Ciwanên Kordistanê organîzasyonek mezin pêkanîbû. Bi hezaran alayên Kurdistanê li xelkê û ciwanan belav kirin. Bi coşekî mezin pêşwaziya pêşmergeyan kirin.
Ciwan diqêrîn: Bijî Pêşmerge, Bijî Kurdistan….
Desteyek wenê ji Qoserê/Mêrdîn: