Polîtîk

Barzanî: Şanaziyeke mezine alîkariya her Kurdekî bikîn

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Êrîşa terorîstên Da’îş ya li ser Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê û ew dirindeyî û bêrehmiya terorîstan li beranber gelê Kurd de encam dan gelek bi rûnî nîşan dide ku terorîstên Da’îş tenê ne li ruyê olî ve tundrewin belku zêdetirê wan hilgirê her dû tundrewiya olî û regezperestî ya neteweyîne. Her ji bo wê yekê jî Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê kirin armanc û êrîşî gelê Kurd kirin.

Cihê şanaziye niha gelê Kurdistanê li Rojava û Herêma Kurdistanê qehremanane bergiriyê li xwe dike û terorîstan tûşî şikestê kirine. Ji wê dema ku Kobanê ji aliyê terorîstan ve kete ber êrîşê, yarmetîdan û gihandina hevkariyê ji bo xuşk û birayên me erkekî neteweyî bû. Lê belê bi sedema dûrbûna cografî û dorpêçkirin û abloqedana Kobanê ji aliyê terorîstan ve gihandina hevkarî bi awayeke raste rast gelek estem û zehmet bû. Ji bo wê yekê me hemû hewlek da li gel dostên gelê me ku hewl bidin Kobanê nekevê destê terorîstan. 

Bi deng ve hatina hevpeymanan û weşandina gurza asmanî û her wiha gihandina hevkariyên serbaziyên Herêma Kurdistanê ji aliyê firokeyên Amerîkiyan ve, hengavekî bi bandor bû û cihê spas û pêzanîne û yarmetiya şervanên Kobanê dan ku êrîşa Da’îş bişkînin.

Çûna hêza Pêşmerge jî ya ji bo Kobanê bi bê rizamendiya Tirkiye û hevkariya wan û Amerîka ne mumkîn bû. Birêz Jhon Kerry Wezîrê Derveyê Amerîka li peywendiyekî telefonî da bi me ragihand ku li gel Tirkiye ji bo şandina Pêşmerge li nav axa Tirkiyê re mijulin rêk bikevin. Piştî çendîn kombûnên dû qolî û sê qolî ya di navbera berpirsên Amerîka û Tirkiye û Herêma Kurdistanê, bi fermî hatîn agahdar kirîn ku Tirkiye rizamende û hêsankariyê ji bo çûna hêza Pêşmerge dike û Amerîka jî piştevaniya xwe ji bo vê hengavê derbirî. Ev babet li gel aliyên siyasiyan hate behskirin û daxwaz ji Parlemena Kurdistanê hate kirin ku rê bide hêz bişînin û Parlemen jî rizamendiyê li ser da. Ji ber ku li gor yasa şandina hêza Pêşmerge ji bo derveyê Herêma Kurdistanê rizamendiya Parlemena Kurdistanê pêwîste.

Her wiha me peywendî bi serkirdayetiya PYD kir ku em amadene hêzekî mezinê Pêşmerge ji bo Kobanê bişînin. Ewan li bersîva me da gotin pêwîstiya me bi hêza şerkerê Pêşmerge tûne belku pêwîstiya me bi hêzekî piştevaniye. Ji bo wê yekê li ser daxwaza wan biryar hate dayîn ku hêzekî piştevaniya Pêşmerge ji bo Kobanê bişînîn.

Ew hêza niha berev Kobanê birêketiye tenê hêzekî palpiştî û dabînkirina agire. Daxwaza serkeftina wan dikim û hêvîdarim bikarin hevkariyekî baş li xuşk û birayên me bikin. Her demek jî rewşa meydanî pêwîst bike û daxwaza hêza zêdetir ji me bê kirin û rê hebê eve hêza Pêşmerge ji bo zêdetir parastina Kobanê û têkşikandina terorîstan li Rojava re dişînin.

Ji bo Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyên qehreman şanaziyekî mezine bikarîn li her ku bê yarmetiya bajarek yan gundêk yan takekî Kurdistanê bidin. Şanazîşe li şûna mirovayetiyê şerê dirindetirîn rêxistina terorîstî bikin.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

30.10.2014

 

Back to top button